Li bajarê Serêkaniyê û Kobanê Bêrîtanê hat bibîranîn

  • 13:11 26 Cotmeh 2017
  • Rojane
SERÊKANIYÊ/KOBANÊ - Li goristana şehîdan a Bajarê Serêkaniyê û Kobanê bi merasîmekê  Bêrîtanê û hemû cangoriyên azadiyê hatin bîranîn. 
 
Bi minasebeta salvegera çalakiya Bêrîtan Hêvî bi dehan şêneyên Bajarê Serêkaniyê kombûn û çûn ser şehîtlîka Serêkaniyê.  Ji bo bîranîna şehît Bêrîtan di destpêkê de deqeyeke rêzgirtin hat girtin. TEV-DEM, PYD,  Kongreya Star û tevahiya saziyên xweserî tevlî merasîmê bûn.
 
'Bêrîtanê bi berxwedanek mezin li ber xwe da'
 
Li ser navê rêveberiya YPJ'ê Zîlan Amed diyar kir ku lehenga Bêrîtanê qet nayê jibîrkirin û  wiha got:"Şehîd Bêrîtan di nav tekoşînê de gaveke pir mezin avêt û fermandarek bû. Di rêya têkoşîna azadiyê de lehengek bi rûmet bû. Bêrîtanê bi berxwedanek mezin li ber xwe da. Em li her çar parçeyên Kurdistanê Bêrîtanê bi têkoşîneke mezin bi bîr tînin?"
 
'Bêrîtanê bi felsefeya Rêber Apo tev digeriya'
 
Zîlanê bal kişand ser şopandina Bêrîtanê ya felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir:"Bêrîtanê bi îradeyek mezin têkoşîna xwe berdewam kir û Bêrîtanê bi felsefeya Rêber Apo tev digeriya. Loma Bêrîtanê bû mînakek û lehengek giranbiha."
 
Bêrîtanê hewl da û radestî dijmin nebû
 
Zîlanê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Bêrîtanê ji bo aştî û azadiyê têkoşîna xwe heta dawiyê berdewam kir û hewl da û radestî dijmin nebû. Em careke din hevala Bêrîtan bibîrtînîn û bejna xwe li hemberî lehengtiya wê ditewînin." 
 
Şêneyên Kobanê Bêrîtan Hêvî bi bîr anîn
 
Bi Sedan  Şêniyên Kobanê berê xwe dan goristana şehîd Dicle ya Bajarê Kobanê û ji bo bîranîna Bêrîtan Hêvî û cangoriyan find pêxistin.
 
Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir û piştî rêzgirtinê Endama Meclîsa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dîlber Yusif axivî û hemû şehîdên meha Cotmehê bibîranî.
   
'Em şopdarê rêya wan in'
 
Dilber wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em hemû cangoriyên meha Cotmehê bibîrtînin  û şehîd Bêrîtan, Dicle, Gelhat, Arîn û Jînda û hemû şehîdên meha Cotmehê bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Şehîdên azadiyê  li hemberî êrîşên hovane ji bo azadiya gelê xwe bêteredut şer kirin. Em wan bi bîr tînin û şopdarê rêya wan in."
 
Bêrîtanê tu carî bê edaletî qebûl nekir
 
Dîlberê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Bêrîtanê tu carî bê edaletî qebûl nekir û dev ji têkoşîna xwe berneda. Em têkoşîna Bêrîtanê tu car ji bîr nakin. Em dîsa Bêrîtanê bibîr tînin û li dijî têkoşîna wê rêzê digirin." 
 
Di dawiyê de hemû malbatan li ser goran mûm pêxistin