Gelo Eylem ji ber ku xwest îstîsmarê aşkera bike hat kuştin?
- 12:26 26 Cotmeh 2017
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Her çend ku hefteya borî hat diyarkirin Eylem Tiller li Rihayê întîhar kiribe jî, malbata Eylemê got ku ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin. Dayika Eylemê Kurdret Kirtay, diyar kir ku eylem her roj ji aliyê hevjîn xwe ve dihat îşkencekirin û ev tişt got: "Mêrê bi navê Huseyîn keça min kuşt. Ji ber ku wê keça min ximê Huseyîn ê ku lawê xwe bi îstîsmarê re rûbirû dihişt aşkera bikira. Lê ne Huseyîn û ne jî malbata wî destûr nedida vê û keça min piştî bi rojekê hat kuştin. Kesek nikare ji min re bibêje ku keça te întîhar kiriye."
Li welêt her roj kuştina jinan zêde dibe û ji bo vê kuştinê yan tê gotin ku qeza ye û an jî întîhar e û ser bûyer tê piştguhkirin. Sedema kuştina jina ya herî girîng ji ber ku cezyayê rê li ber kuştinê bigire nayê dayîn e. Mêrên ku hevjîna xwe dikujin bi hincetên pûş ên daxistina ceya yên wekê 'rewşa baş' piştî bi demeke kurt tên berdan. Her wiha niha jî pergala lihevanînê 'navbeynkariyê' dikin rojevê. Çîroka Eylem Tîllîr jî pergala 'lihevanînê' vedibêje û di den nîşan ku ev wê ev pergal çawa bi şîdeta mêrê kujer re rûbirû bihêle.
Eylem piştî ku bi şîdeta hevjînê xwe re rûbirû dimîne diçe gel malbata xwe. Lê kesên 'navbeynkar' her carê Eylemê îkna dikin û dişînin Rihayê cem hevjînê wê yê îşkencekar. Lê Eylemê her ku diçe bi zekt û zordestiyeke hîn mezintir re rûbirû dimîne. Malbata Eylemê Îdia dike ku hevjînê wê ew kuştiye û wekî ku Eylemê întîhar kiriye bûyer daye nîşandan.
Dayika Eylemê Serlêdana sûc kir
Dayika Eylemê ku li Farqîna Amedê dijî Kurdret Kirtay, îdia kir ku keça wê Eylem a dayika 2 zarokan ku li Wêranşara Rihayê bi hevjînê xwe re dijiya întîhar nekiriye, hatiye qetilkirin û Serdozgeriya Komarê serlêdana sûc kir.
'Kezûrê wê jî li dijî wê şîdet pêk tanî'
Xuşka Eylemê Emîne Aslan jî got ku xwişka wê ne yeke ku întîhar bike û wiha got: " Hevjînê wê û malbata hevjînê wê dibêjin ku Eylem Întîhar kiriye. Lê em qet bawer nakin û em ê bawer nekin jî. Xuşkamin piştî ku zewiçî her pirsgirêk jiyan. Piştî ku xwişka min bû xwedî zarok pirgirêkên wê zêdetir bûn. Ji xwe hevjînê wê ew xapand û bi rêya revê pêre zewicîbû. Her ku pevdiçûn xwişka min dihat Farqînê. Piştî ku dihat îknakirin dîysa vedigeriya Wêranşarê. Ji ber ku hevjînê wê zarokên wê nedidanê xwişka min mecbûr dima ku biçe wê malê. Xuşka min digot 'hem hevjînê min û hem jî xwezûrê min li min didin' her wiha xwişka min ji malbata hevjîê xwe jî şîdet didît."
'Kujerê xwîşka min ew in'
Eylem diyar kir ku herçend xwişka wê întîhar kiribe jî ew jî ji ber şîdta ku lê dihat kirin e û divê ku kesê sûcdar bê cezakirin. Kujerê xwişka min hevjînê wê ye." Her wiha eylemê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dema ji bo cenazeyê xwişka xwe bigirin çûne nexweşxaneyê jî mêrên malbata hevjînê xwişak wê di parastinê de bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Xuşa min çû daxwaza min ew e ku jinên din bên parastin û neyên qetilkirin."
'Dema ku bi keça min re zewicandî bû bi yeke din re jî têkiliya wî hebû'
Dayika Eylemê ku derabarê keça xwe de axivî Kurdret Kirtay jî got ku keça wê întîhar nekirie, ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin û wiha berdewam kir: "Mêrê bi navê Huseyîn keça min xapant û pê re zewicî. Piştî ku zewicî jî her roj li keça min îşkence kir. Dema ku bi keça min re zewicandî bû bi yeke din re têkiliya wî hebû. Lê jina ku pê re piştî dît zewicandî ye dest jê berda. Lê Eylemê piştî ku hat Farqînê jê re hat gotin ku hevjînê wê bi yeke din re têkilî daniye û keça min ji bo ku zarokên xwe bigire dîsa vegeriya. Min jê re got neçe lê wê guh li min nekir û çû."
'Wê eylemê îstîsmar aşkara bikira'
Kudret, diyar kir ku piştî Eylem vegeriyaye malê û serê zarokên xw şûştiye diîtiye ku li bedena wan şopên îşkenceyê hene. Kuderet îdia kir ku zarokek Eylemê ji aliyê xizmê hevjînê wê Huseyîn ve bi îstîsmarê re rûbirû hatiye hiştin, Eylem ji bo ku vê îstîsmarê aşkera bike vegeriyaye û wiha got: " Keça min ji bo ku hesap biprise vegeriya û wê xizmê hevjînê xwe yê ku zaroka wê îstîsmar kiribû aşkera bikira. Lê malbat lê bû yek û ewkuştin piştre jî gotin ku Eylem întîhar kiriye .Wê eylemê biçûna gilî bikira. Lê keça min kuştin."
'Bila jin li keça min xwedî derkevin'
Kudret herî dawî got ku wê li Serdozgeriya Komarê serlêdana sûc kiriye û wiha dawî li axafitina xwe anî: "Min ji dozgeriyê re got ku keça min întîhar nekiriye hatiye kuştin. Dozger ji min re got ku kuştina bi çifteyê ne sûc e. Bila jin li keça min xwe dî derkevin. Ez dixwazim ku zarokên keça min bidin min. Ji ber ku ew malbat ne durist e. Hemû karên qirêj dike. Lê dozger got 'em dizanin hayê me pê heye' başe ku hayê wan pê heye çima mudaxele nakin."








