YPJ'ê li ser şopa Berîtanê dewereyek nû da destpêkirin
- 10:42 26 Cotmeh 2017
- Rojane
QAMIŞLO- Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê li ser şopa Berîtanê ji bo şeranvên xwe dewreyek nû a perwerdê da destpêkirin. Ji bo dewreya perwerdê ku hat destpêkirn 24 şervanên nû tevli bûn.
Li bajarê Qamişlo yê Herêma Cizîrê Akademiya Yekîneya Parastina Jinê (YPJ) a Şehîd Nejbîr bi armanca 25'emîn selvegera tekoşer Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ku jiyana xwe ji dest da dewreya bi navê şehîd Arîn ji bo 24 şervanên nû ku ji pêkhatiyên kurd, ereb, êzidî pêk tê bi merasîmekê da destpêkirin. Di merasîma ku hat lidarixistin de gelek endamên YPJ/YPG'ê amade bûn û qada ku merasîm lê hat lidaristin bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan, tekoşer Berîtan, berxwedêrên azadiyê û bi alên YPJ/YPG'e hat xemlandin.
Piştî merasîma leşkerî, rêvebera Akademiya şehîd Nejbîr Enkîzek Nûrheq axivî, Enkîzek Berîtan di salvegera çalakiywa wê de bi bîr anîû got;" Hebûna me îro bi tekoşîna Berîtane û artêşa me ye. Îro bi hezara jin li ser şopa Berîtanê dimeşin. Bi tekoşîna heval Bêrîtan îrade û hêza jin di cîahnê de belav bû. Li ser esasê dewamiya şopa tekoşer Bêrîtan îro em dewereyeke nû ya şervanên YPJ'ê didin destpêkirin. Ji er vê wateya vê dewerê ji bo me gelek girîng e."
Piştî axaftina ku hat kirin şervanan sonda lekerî xwarin û tevlî nava YPJ`ê bûn.








