Berîtan li Girkêlegê hat bîranîn
- 09:59 26 Cotmeh 2017
- Rojane
GIRKÊLEGÊ- Beritan di 25'min salvegera çalakiya xwe de ji aliyê bi sedan jinan ve li Gririkêlegê hat bîranîn.
Li Bajarokê Rimêlanê yê Girêdayi Girkêlegê li Navenda Aram Tîgan ji aliyê Kongreya Star ve û bi tevlîbûna bi sedan jinên Girkêlegê,Tilkoçer Çelaxa û gundewarên wê jina têkoşer Berîtan (Gulnaz Karataş) di 25'mîn salvegera çalakiya xwe de bi semînerekê hat bibîranîn.
Semîner bi deqeyek rêzgirtin despêkir. Li ser navê Kongreya Star Delal Efrîn axivî û wiha got: "Di dîroka jinên kurdistanê de gelek berdêl hatin dayin. Heval Bêrîtan jina ku tekoşîna jinan li dîrokê bi pêlên zêrin nivîsandiye ye. Di serî de Berîtan em ji têkoşerên xwe re soz didin ku heta kurdistan azad bibe em ê li ser şopa wan li ber xwe bidin. Dive ku hemû jin Berîtanê ji bo xwe wekî mînak bibînin û li ser riya wê li ber xwe bidin."
Piştî axavtinan sinevîzyoneke li ser jiyana Beritan hat temaşekirin. Koma 'Şehîd Delîla' jî çend stranên şoreşgerî li ser jina berxwedêr Beritanê pêşkêş kirin.
Semîner bi dirûşmên "bijî serok apo" "şehîd namirin""jin jiyana azadî" hat bi dawîkirin.








