Sê zarok û neviyekî wê girtiye: Li Kurdistanê dayik bûn
- 09:30 26 Cotmeh 2017
- Rojane
Safiye Alagaş
AMED - Nazîme Yurek ku sê zarok û neviyekê wê girtiye tiştên jiyaye bi rondikên çavan vedibêje. Nazîme ji ber xemginiyê nizane zarokên wê kîjan rojê bi telefonê lê digere û heta carna navê xwe jî ji bîr dike.
Nazîme Yurek ya ji dayikên ku li ser vê erdnîgariyê gelek êş kişandiye û ji ber sê zarok û neviyekî wê girtiye travmayê dijî.
Kurê wê Kenan Yurek li girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê ye û cezayê muebetê girtiye. Ev 18 sale di girtîgehê de ye. Kurê wê Ertan Yurek jî li girtîgeha Tîpa F ya Boluyê ye. 7 sale di girtîgehê de ye. Keça wê Candan Yurek jî li girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê ye û 7 sale di girtîgehêde ye. Herî dawî jî neviyê wê Cotkar Yurek 4 meh berê hatiye girtin û şandine girtîgeha Tîpa D ya Amedê. Nazmiye diyar dike ku ji ber girtîgeh durin nekare zarokên xwe bibîne û daxwaz kir ku zarokên wê sewqî Amedê bê kirin.
‘Sê salan neçûm hevdîtinê’
Nazîmeyê diyar kir ku sê salan neçûye hevdîtina kurê xwe Ertan û got îsal çûye û got surgunkirin û şandina cihên dûr îşkenceye. Keça wê Candan jî nexweşsa astimê ye. Ji ber hewaya Gebzeyê bi neme, dem bi dem krîzê derbas dike. Nazîmeyê wiha got: “Kurê keça min 15 saliye. Di salekê de 3 caran hat binçavkirin. Herî dawî hat girtin. keça min her ku pê dihese krîzê derbas dike. Herî dawî dema hat girtin jî şekirê wê zêde bû. Ji ber şekir li nexweşxaneyê raza. Doktor got nexweşa Koahê ye. Me xwest keça min bê Amedê. Me bi dehan carî daxwazname da. Hewaya rewşa keça min giran dike. Lê ti bersivek erênî nedan daxwaznameyan.”
Nazîmeyê balkişand ser travmaya ku dijî û diyar kir ku her hefte zarokên wê bi telefonê digerin lê mixabin rojên wan nizane û got ew carna navê xwe jî ji bîr dike.








