Ya li Koycegîzê hatiye jiyîn înfaz û îşkence ye

  • 09:14 26 Cotmeh 2017
  • Rojane

ŞIRNEX - Meta Salîh Sanri ku hat îdiakirin ku yek ji 6 HPG’iyên li çoltera Toparlar Şelalesî ya Koycegîz a Muglayê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye, Vesîle Anikê îdiayên pevçûnê red kir û  got bûyer ji îşkence û înfazê pêk tê û wiha got: “Li bedena Salîh şopên îşkenceyê hebûn.  Ji salên 90’î heta niha Kurd tên kuştin. Înfaz didome.  Piştre jî çekan didin cem wan û dibêjin ‘di pevçûnê de hatine kuştin’.

Li Çoltera Toparlar Şelalesî ya Koycegîz a Muglayê di 5’ê Cotmehê de hat îdia kirin ku di pevçûneke hatiye jiyîn de 6 HPG’î jiyana xwe ji dest dane û yek ji van jî Salîh Sanri bû.  Du roj berê cenazeyê Salîh Sanfir li Gundikê Melê yê Şirnexê hat definkirin. Meta Salîh, Vesîle Anikê  diyar kir ku li enî û pişta Salîh şopa du guleyan hebûye û ji ber îşkenceya lê hatiye kirin nedihat naskirin.
 
‘Hîna li morgê du cenaze hene’
 
Vesîleyê da zanîn ku wan jî wek her kesî agahî ji televîzyonê girtine û wiha got: “Ez meta wî me.  Me di televîzyonê de dît.  Me jî wesayîta cenazeyê girt û em çûn.  Piştre min çû cenaze dît. Rûyê wî nîşan dan.  Me ji rûyê wî nas kir û me cenaze anî.  Hîna li Muglayê du cenazeyên din hene.”
 
Bedena wî tije şopên îşkenceyê bû’
 
Vesîleyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibêjin pevçûn pêk hatiye. Lê tenê gel dixapînin.  Li eniya wî şopa guleyê hebû. Cihê wê reş bûbû.  Lê teqez ne pevçûne.  Mirov tenê dikarin ji cenazeyan fêm bikin.  Yek guleyek li eniya wî yek jî li pişta wî bû. Hemû şopên îşkenceyê bûn.Em ê vê bûyerê heta dawiyê bişopînin. Em ê gilî bikin. Înfaz dikin û çekan didin ber. Dibêjin di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane. Em ê serî li rêyên hiqûqî bidin.
 
Azya Çîftçî ya ku Salîh ji biçûkatiyê de nas dike wiha got: “Salîh gelek girêdayî têkoşînê bû. Bi salan bû têkoşîn dimeşand. Malbat bi kurê xwe ser bilind bû.  Ev mirin û înfaz me ji rêya me nikare bike. Em sond dixwin ku wê ala wan li erdê nemîne. Em ê heta dawî têbikoşin.  Wê bîranîn û mîrateya wan li erdê nemîne.”