Berxwedêrên azadiyê rêya pêşeroja me ronî kirin
- 09:02 26 Cotmeh 2017
- Rojane
Ayşa Xelîl
KOBANÊ - Jina ku di komkujiya Kobanê de di nav şert û mercên herî zehmet de jiyaye, çîroka xwe bi ajansa me JINNEWS re parve kir.
Di komkojiya 2014'an a Kobanê de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes koçber bûn, birîndar bûn, malê wan hat hilweşandin, bajarê wan hat xerakirin. Lê piştî ku hêzên YPJ/YPG'ê Kobanê ji DAÎŞ' ê rizgar kirin, berxwedana Kobanê di dîrokê de hat nivsandin û di cîhanê de bû mînaka tekoşînê. Piştî rizgar kirinê bi hezaran welatî vegeriyan bajarên xwe û bajarê ku hatibû xerakirin ji nû ve ava kirin.
Dayika bi navê Mewlîde Mihemed ku temenê wê 53'ê salî ye, dema di şerê di navbera hêzên YPJ/ YPG'ê yê li dijî DAÎŞ'ê de bi 7 zarokên xwe re neçar man ku ji Kobanê derbikeve û berê xwe bide Bakurê Kurdistanê. Bi rizgarkirina Kobanê re Dayika Mewlîde vegeriya warê xwe, dema vegeriya Kobanê xaniyê wê hilweşiya bû û ji warê aboriyê de rewşa wê qet ne baş bû. Lê qet bejna xwe li ber dijmin netewand, hewl da û xaniyê xwe ji nû ve ava kir.
Me bejna xwe netewand û em bi ser ketin
Dayika Mewlîde hestên xwe yên derbarê vegera Kobanê û azadiya Kobanê wiha anî ziman:"Ev sê sal in ku ez vegeriyame Kobanê. Dema ku ez nû vegeriyam Kobanê bajar ji ber şer hatibû hilweşandin. Lê dîsa jî ez bextewar bûm ji ber ku ez dîsa vegeriyam ser xaka xwe. Bajar hilweşiya bû lê me dîsa jî bejna xwe li ber dijmin netewand û em bi ser ketin."
Berxwedêrên azadiyê rêya pêşeroja me ronî kirin
Dayika Mewlîde dawiya gotina xwe de wiha got:"Me hêza xwe ya hewldana jiyanê ji berxwedêrên azadiyê girt, wan rêya pêşeroja me ronî kirin. Em ê ji a niha şûn de jî berxwedana xwe bidomînin. Em ê her bi ser kevin û dilê dijminê xwe li xwe rehet nekin. Bi vî awayî em ê serkeftinên nû bi dest bixin. Çawa ku Reqa hat rizgarkirin em ê bi mizgîna rizgarkirinên nû, bi ser kevin."








