ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2017'AN

  • 09:00 26 Cotmeh 2017
  • Rojev

*Jina ku di komkujiya Kobanê de di nav şert û mercên herî zehmet de jiyaye, çîroka xwe bi ajansa me JINNEWS re parve kir. BI DÎMEN

*Piştî ku qeyûm tayînê 11 şaredariyên Wanê bû şûnde salek derbas bû. Qeyûm ji roja hatine di serî de li ser jinan li hemberî hemû kedkaran polîtîkayên taybet xist dewrê. Hevseroka Genel Îşê Emîne Bozkurtê da zanîn ku qeyûm di hewldana qirkirina karkeran de ye û wiha got: “Karkerên mane jî  ji bo bibin endamên sendîkayên nêzî AKP’ê zext lê tên kirin.  Gelek endamên me bêyî agahiya wan kirin endamên sendîkayên din. BI DÎMEN
 
*Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê diyar kir ku Gelê Kurd li her çar parçeyan ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser piyan in û got divê hikûmet demildest diyalogê bide destpêkirin û got şert û mercên tecrîdê di çarçoveya ‘Plana têkbirinê de ye’. BI DÎMEN
 
*Meta Salîh Sanri ku hat îdiakirin ku yek ji 6 HPG’iyên li çoltera Toparlar Şelalesî ya Koycegîz a Muglayê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye, Vesîle Anikê îdiayên pevçûnê red kir û  got bûyer ji îşkence û înfazê pêk tê û wiha got: “Li bedena Salîh şopên îşkenceyê hebûn.  Ji salên 90’î heta niha Kurd tên kuştin. Înfaz didome.  Piştre jî çekan didin cem wan û dibêjin ‘di pevçûnê de hatine kuştin’. BI DÎMEN
 
*Jinên Kantona Kobanê dest bi  berhevkirina zebeşan kirin, da ku bikaribin debara mala xwe bikin. BI DÎMEN
 
*Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî ku vê salê cara 25'emîn hat lidarixistin de helbestkar û edîtora JINNEWSê ya beşa kurdî Roza Metîna ku bi çîroka xwe ya bi sernavê 'Têkoşîna Tîpên Qedexe' tevlî pêşbirkê bû di beşa çîrokan de 1'emîn hat hilbijartin. Roza anî ziman ku dema bihîstiye çîroka wê yekemîn hatiye gelekî bi kelecan bûye. BI DÎMEN
 
*Piştî qeyûm hatin tayînkirin şûnde 52 saziyên girêdayî şaredariyan hatin girtin. Piranî saziyên hatin girtin jî dewrî KADEM’a bi nêzîkatiya xwe ya AKP’ê tê zanîn hatin kirin.
 
*Nazîme Yurek ku sê zarok û neviyekê wê girtiye tiştên jiyaye bi rondikên çavan vedibêje. Nazîme ji ber xemginiyê nizane zarokên wê kîjan rojê bi telefonê lê digere û heta carna navê xwe jî ji bîr dike. BI DÎMEN
 
*Sylvîa Plath ya yek ji helbestkarên girîng ya wêjeya Amerîkayê ye, ji bo helbestên wê bên fêmkirin divê jiyana wê bê zanîn. Sylvîa ku helbestên xwe wek nîşaneya jiyana xwe nîşan dide, hîna bandorê li ser helbestkar û nivîskarên jin dike.
 
*Girtiyên jin yên girtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê ji ber pêkanînên leşkerî yên lê wan tên ferzkirin red kirin ev meheke tên tecrîdkirin. Girtiya bi navê  Medya Tagam nameyek şand û diyar kir ku girtiyan  nameya girtiyan ya wek alav bi numare kirine red kirine û ji ber vê jî hatine tecrîdkirin û mafê wan yê parêzer û parastinê hatiye astengkirin.