Jina 80 salî di binê çavan de li ser sedyeyê tê girtin

  • 15:46 25 Cotmeh 2017
  • Rojane
AMED - Li Amedê piştî ku di 23'yê cotmehê de li dijî çawîşê pispor êrîşa çekdarî hat kirin di enacama serdegirtinên malan ên ku li taxên Yenîşehirê Şehîtlîk û Ben u Senê hatin kirin de gelek kes hatin binçavkirin.  Jina 80 salî Salîha Baran a ku di encama van serdegirtinan de hat binçavkirin hat hat diyarkirin ku gelek caran rewşa wê ya tendirustî xira bûye û mudaxeleya tendirustiyê ya lezgîn lê hatiye kirin. Salîha ya ku rewşa wê ya tendirustiyê xirab e di binê çavan de li ser sedyeyê tê girtin.
 
Li Amedê piştî ku di 23'yê cotmehê de li dijî çawîşê pispor Bîlal Dîcle ji aliyê kesên nenas ve êrîşa çekdarî hat kirin û bîlal ê ku giran hat birîndarkirin li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê plîsan li taxên Yenîşehirê Şehîtlîk û Ben u Senê  bi ser gelek malan de girtin.  Hat aşkerakirin ku di encma van serdegirtinan de 17 kes hatiye binçavkirin. Herwiha di navkesên ku hatin binçavkirin de jina 80 salî ku nexweşa tansiyon û şekirê wê heye Salîha Baran jî heye. Hat aşkerakirin ku salîhaya hatiye binçavkirin rewşa wê ya tendirûstiyê dem bi dem xira bûye û ji ber wê jî mudaxeleya lezgîn a tendirustiyê lê hatiye kirin.  Salîha ya ku dibinê çavan de ye ji ber ku rewşa wê di warê tendirûstiyê de ne baş e li ser sedyeyê tê girtin.
 
Her wiha sedema binçavkirinan jî wekî êrîşa li dijî çawîş Bîlal hat diyarkriin. Li  Taxên Ben û Sen û Şehîtlikê yên Yenîşehira Amedê ku di binê dorpêçê de ne ketin û derketina wesayitan jî qedexe ye.