Bêrîtanê bi civînan hat bi bîr anîn
- 15:13 25 Cotmeh 2017
- Rojane
TILTEMIR - Ji aliyê Kongreya Star li Bajarê Tiltemirê li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo Bêrîtan Hêvî civînek hat li darxistin.
Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) di 25'ê Cotmeha 1992'an de li Xakûrkê ku girêdayî Başûrê Kurdistanê ye, ji bo radestî destên dijmin nebe xwe ji ser zinaran avêt xwarê û jiyana xwe ji dest da. Ji bo bîranîna Bêrîtanê ji aliyê Kongreya Star ve li ber saziya Malbatên Şehîdan a Bajarê Tîltemirê civîn hat li darxistin Bi dehan jin, endamên sazî û dezgehan tevlî civînê bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.
Em ê xeta Bêrîtana leheng bişopînin
Di civîna ji bo bîranîna Bêrîtanê de endama Koordînasyona Kongreya Star Mizgîn Ehmed diyar kir ku hêviyê di bîbikên Bêrîtanan de şîn bê û wiha got:"Bêrîtanê ji bo ku radestî destên dijmin nebe, çeka xwe şikand û xwe ji ser zinaran avêt. Ev jî çalakiyeke bê hempa û nûnertiya xeta azadiya jinê ye. Em ê xeta Bêrîtana leheng bişopînin."
Bi belavkirina helawê civîn bi dawî bû.








