Li Yukselê roja 351'emîn: 3 kes hatin binçavkirin
- 15:13 25 Cotmeh 2017
- Rojane
ENQERE - Li Kolana Yukselê di çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” a roja 351’an de, polîsan mudaxele kir û 3 kes bi derpkirinê binçav kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 231’ê de berdewam kir. Çalakiya karkerên cemaweriyê ku ji kar hatin avêtin û piştevaniyê didin Nuriye û Semîh a “Em karê xwe başve dixwezin” jî di roja 351’ê de berdewam kir. Kedkarên cemaweriyê Mehmet Dersulu, Nazan Bozkurt û piştevanên wan ji bo li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê daxuyaniyê bidin li Kolana Konurê kom bûn. Polîsan bi mertalan kolan dorpêç kir û destûr nedan çalakger derbas bibin. Çalakgerên xwestin li ber mertalên polîsan daxuyaniyê bidin, dirûşmên “Nuriye û Semîh rûmeta me ne” û “Em kedkarin, mafdarin û em ê bi ser kevin” berz kirin.
Di dema çalakgeran pankart vekirin polîsan êrîş kir û pankata çalakgeran çirandin. Polîsan ku bi lêdanê 3 kes kirin binçavan, dest danîn ser nasname û telefonên çalakgeran. Çalakgeran bertek nîşanî polîsan êrîşkar dan û nasnameyên xwe xwestin. Di heman demê de polîsan nehîşt ku rojnameger wêneyan jî bikişînin.








