Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê 'bêtehemmuliya' li dijî Abdullah Ocalan
- 14:51 25 Cotmeh 2017
- Rojane
WAN - Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê di rojnameyan de nûçeyên têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi meqesê tên birîn û wîsa didin girtiyan.
Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi hefteyane rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” nadin girtiyan. Li gorî agahiyên girtiyan parve kirine rojnameyên didin girtiyan jî nûçeyên têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî ji aliyê rêveberiya girtîgeha ve tên jêkirin didin girtiyan. Nûçeyên têkildarî Abdullah Ocalan bi meqesê tên birîn û wêne jî bi pênûsê tên reşkirin.
'Pirtûkên jî nadin girtiyan'
Di rojanmeyan de nûçeyên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan rexne dikin jî tên jêkirin. Hat zanîn ku nûçeyên rexne dikin jî bi hinceta “Heqaret li mezinên dewletê dikin” tên birîn. Pirtûkên malbat dibin girtîgehê jî bi hinceta OHAL’ê bernadin hundir û pirtûkên ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve tên çapkirin jî rêveberiya girtîgehê paş ve dişîne.
Gelek girtî ji ber hevdîtina parêzer û muwekîl bi kamerayê tê şopandina jî dernakevin hevdîtinê.








