Dayika Eylem Gulçîn Kanik cenazeyê keça xwe girt
- 14:35 25 Cotmeh 2017
- Rojane
ÎZMÎR - Cenazeyê Eylem Gulçîn Kanik piştî bi 18 rojan ji aliyê dayika wê ve ji saziya Tipa Edlî a Îzmîrê hat girtin.
Li navçeya Dîdimê ya Aydinê, Eylem Gulçîn a ku di 10'ê cotmehê de li qadeke daristanê bi riya fetisandinê hat qetlikirin û piştre cenazeyê wê hatibû şewitandin piştî ku hat aşkerakirin wê cenaze li goristana bêkesan bê definkirin îro ji aliyê dayika wê Esîn Kanik ve ji Morga Tipa Edlî ya Îzmîrê hat girtin.
Hat aşkedrakirin ku wê cenazeyê Eylem Gulçîn li Bursayê bê definkirin.








