'Rakirina tecrîdê giran daxwaza me yê sereke ye'

  • 14:29 25 Cotmeh 2017
  • Rojane
WAN - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên li Wanê bang li hikûmetê kirin û xwestin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakin.
 
Nûnerên rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî ji bo balê bikişînin ser tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang li rayedarên Tirkiye û Navneteweyî kirin û xwestin deriyê Îmraliyê ji malbat, parêzer û heyetan re vekin. Nûner û rêveberên HDP, DBP, KCD'ê, Meclisa Dayikên Aştiyê, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên TUYAD-DER'ê ya ku bi KHK'ê hatibû girtin li pêş avahiya DBP'ê ya Wanê kom bûn û  daxuyanî dan çapemeniyê. Hevseroka DBP'a Tuşbayê Leyla Durmiş daxuyanî da û bang li rayedaran kir ku deriyê Îmraliyê vekin. 
 
Leylayê, xwest ku demek beriya demekê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û bi lezgîn pêvajoya muzakereyan bidin destpêkirin. Leyla, anî ziman ku tenduristî û ewlehiya Tirkiye û Rojhilata Navin girêdayî tenduristiya Abdullah Ocalan e û xwest tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Leyla, bang li raya giştî ya Tirkiye û navneteweyî kir û xwest li hemberî van pêkanînan bêdeng nemînin û têkevin nava tevgerê.