Ji Platforma Piştevaniya bi Sûrê re rapora çavdêriyê
- 13:38 25 Cotmeh 2017
- Rojane
STENBOL - Platforma piştevaniya bi Sûrê re, piştî ku li navçeya Sûrê serdana piştevaniyê kir, derbarê Sûrê de raporek amade kir. Platformê di rapora xwe de ji bo Sûrê bal kişand ser piştevaniya heqûqî û teknîkî û wiha hat gotin: "Divê ku em bi Platforma ji Hilweîşan li Sûrê re Na di têkiliyê de bin."
Platforma piştevaniya bi Sûrê re, bi heyeteke ku ji 15 kesan pêk dihat, di 30'ê Îlonê - 1'ê cotmehê de li navçeya Sûrê ya Amdê serdana piştevaniyê kir. Platformê piştî serdana ku kir raporek amade kir û di raporê de hat diyarkirin ku li taxa Alîpaşa ya Sûrê di encma hilweşîna ku hatiye kirin de ji sedî 80 tax hatiye hilweşandin, tenê 30 - 40 xanî li ser piyan mane û niştecihên taxê jî bi xortûmê ji mizgeftê avê dikişîn ku pê pêdiviyên xwe pêşwazî bikin.
Di rapora ku hat aşkerakirin bi 15 malbatan re hevdîtin hatiye kirin de hat diyarkirin ku ji van malabtan hinekên wan barkirine derveyî Sûrê û hinek ji wan jî bi taybetî jin xedîderketina li malên xwe berdewam dikin.
'Niştecihên taxê bi tirs dijîn'
Di raporê de wiha hat gotin:
"Dibistana Seretayî ya Alîpaşayê, ji ber ku hatiye girtin malbatan xwestine ku zarokên xwe li dibistaneke din a nêzî taxê qeyd bikin,
Lê van dibistanên nêz bi hinceta ger ku zarok nêzî taxê bên qeydkirin wê malbat li taxê bimînin zarok qebûl nekiirne û xwestine ku wan bişînin dibistanên dûrî taxê. Eraziya dibistana li taxa Alîpaşayê hatiye dorpêçkirin û kepçe lê tên xebitandin. Lê ji ber ku ev der wekî qada sît hatiye îlankirin divê ku piştî destûra muzeyê û di bin çavderiya wê de ev xebat bê kirin. Derbarê ku destûr heye an tune ye de em ê lêkolînê bikin. Li gorî şahidên bûyerê bermahiyek hatiye dîtin, lê bêyî ku destûrê bidin wêne bê kişandin ev bermahî hatiye îmhakirin. Ji xwe dema ku me li taxê wêne dikişan niştecihên taxê bi tirs bûn."
'Serlêdanên hiqûqî bi qawayê hiqûqî nehatin nirxandin'
Derbarê taxa Lalebeyê ku bi ya Alîpaşayê re hat hilweşandin û ya Ziya Gokalp de jî di raporê de wiha hat gotin: " Li taxa Lalebey û Ziya Gokalp projeya Etapa 2'yemîn dest pê nekiriye û ji malên li van taxan re tu belge nehatiye şandin. Malbatên li van taxan ku em bi wan re axivîn jî gotin ku qe nebe bila li vê etabê hilweşîn neyê kirin. Li welatiyên li van taxan jiyana li avahiyên TOK'yê tê ferzkirin û ji welatiyên li taxa Alîpaşayê tê xwestin ku bi darê zorê avahiyên TOKÎ'yê bifiroşin wan."
'Mafê mulkiyetê tune tê hesibandin'
Di raporê de bal hat kirişandin ku divê ji bo malbatan hevkariya hiqûqî û teknîkî bê kirin û wiha hat gotin: "Divê ku em bi Platforma ji Hilweşîna Sûrê re na bikevin tevgerê ji ber ku mafê mulkirinê yê welatiyan tune tê hesibandin."








