Kongira star û bi sedan jinên bajarê Qamişlo tecrîd şermezar kirin

  • 11:36 25 Cotmeh 2017
  • Rojane
QAMIŞLO - Kongiraya Star a bajar bi daxuyaniyekê ji raya giştî re tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan şermezar kir.
 
Li bajarê Qamişlo yê Herêma Cizîrê  li navenda Çand û Hûrerê ya Mihemed Şêxo Rêxstina Kongira Star bi armanca şermezarkirina Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê û rewşa wî ya tendrustiyê daxuyaniyek ji raya giştî re da. Di daxuyaniyê de endamên kongireya Star a bajar, Mala Jin, Şaredarî û tevahî saziyên civaka sivlî, her wiha bi sedan jin amade bûn. Navenda Çand û Hûnerê  bi alên kongireya Star û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xemilandin. Daxuyanî ji hêla endama meclisa Kongireya star a Herma Cizîrê  Xaliya Necar ve hat xwendin.
 
Daxuyaniya Kongira Star wiha bû ye: "Em vê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan şermezar dikin, ev sê sal in met tu agahî li ser rewşa serok Apo a tendrustiyê negirti ye ji bo wê em bang li rêxstinên mafên mirovan dikin û bi tayîbet jî li rêxstina CPT'ê ku bi erka xwe ya mirovî rabe ji bo rewşa Rêbertiya me.  Ji bo me tendrustiya Rêberê me ji her tiştî giring tir e.
 
 Di vê dewleta tirk vê baş bizanîbê ku gelên li ser felsefiya Rêber Apo dimeşin wê îradeya wan nikaribin bişkînin ji ber ku bi fikrên wî gihştine vê asta dîrokî. Em ê xwedî li keda Rêber Apo derkevin û bi taybetî jî  wê jin heta dawiyê di nav çalakiyan de bin heta ku rêberê xwe azad bikin."
 
Daxuyanî bi dûrşmên " Em ê bi serokê xwe re azad bijîn", tendrustiya serokê me tenrustiya me ye" bi dawî bû.