Rewşa dayika Sîsê ber bi xeterêyê diçe
- 09:30 25 Cotmeh 2017
- Rojane
MÛŞ - Li hemberî girtina dayika Sîsê rayedarên dewletê bêdengiya xwe berdrwam dikin. Keça Sîsê Haspîke da zanîn ku rewşa dayika Sîsê ber bi xetereyê ve diçe û got ku sîrgûnê nexweşiyên dayika Sîsê girantir kir.
Li navçeya Mûşê ya Gimgimê gundê Teknedûzê dayika Sîsê Bîngol bi hinceta 'Endama rêxistinê û bi zanebûn alîkariya rêxistinê kiriye ' di 6'ê nîsana 2016'an de hatibû girtin. Sîsê di daneşîna doza xwe ya ku li Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê hat dîtin de hatibû tehliyekirin. Sîsê ji ber nexweşiya xwe û rewşa xwe ya 3 mehan a girtî ku li ber çavan hatibû girtin hatibû tehliyekirin. Lê Sîsê piştî bi 10 mehan di daneşîna doza wê ya ku hat kirin de ji aliyê heyeta dadgehê ve bi îdiaya "alîkarî daye rêxistinê' bi cezayê 4 sal û 2 meh ê girtîgehê hatibû cezakirin.
Dayika Sîsê, ya beriya ku bişînin girtîgehê bi mehekê krîza dil derbas kir dermankirina wê jî nîvco ma. Li gel rapora dayika Sîsê ya "nikare di girtîgehê de bimîne" jî Wezareta Edaletê li dijî rewşa wê bêdeng dimîne û ti bersîvekê nade. Hat aşkerakirin ku dayika Sîsê ji ber rewşa xwe ya tendirustiyê pêdiviyên xwe yên kesane jî bi alîkariya hevalên xwe yên di girtîgehê de dikare bi cih bîne.
17 cotmehê dayîka Sîsê jj girtîgeha Mûşê sirgûnî gîrtîgeha Tarsûsê ya tîpa T`yê hatibû kirin. Hate zanîn ku piştî Sîsê hate sirgûnkirin rewşa wê ber bi xeterê ve diçe û li gel sîrgûnkirinê nexweşiyên dayîka Sîsê zêde bûn.
`Rewşa dayîka min ber bi xetereyê ve diçe`
Keça wê Haspîke Kanmaz a ku çûye hevdîtinê diyar kir ku rewşa dayika Sîsêyê ber bi xetereyê ve diçe û wiha axivi:“Piştî ku dayîka min hate sirgûnkirin nexweşî li wê zêde bûn û nexweşiyên wê giran bûn. Êdî demsala zivistanê hat. Gava ku di girtîgeha Mûşê de em heftiyê carekî diçûn hevditînê. Lê niha sîrgûnî Tarsûsêkirin hem derfetên me nînin hem jî em nikarîn biçîn. Evqas nexweşî li diya min peydabûne lê dîsa jî rapor nadin dibên dikare girtîgehê de biraze. Ji rêvebirên dewletê jî tu deng nayê. Dayîka min nikare di gîrtîgehê de bimîne divê bê berdan.“








