‘Dewlet wê hesabê pêkanînên li ser Abdullah Ocalan bide’

  • 09:22 25 Cotmeh 2017
  • Rojane

WAN - Jinên Wanê bertek nîşanê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Abdullah Ocalan xeta sor ya gelê  Kurd e. Ev 18 sal e em agahiyekê ji girtîgeha Îmraliyê nagirin. Dewlet çi armanc dike? Ger ku tiştek bibe ji vê di serî de dewlet û hikûmet berpirsiyarin.” 

Jinên Wanê bertek nîşanê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û diyar kirin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Jina bi navê Sevîm Yildirim diyar kir ku dewlet bi salane ji bo gelê kurd tine bike polîtîkayên cuda dimeşîne û wiha got: “Ev du sale agahî jê nayê girtin. Dewletê niha îşkence û zexta li gelê Kurd pêk neaniye nemaye.  Nahêlin parêzer û malbat hevdîtinê bikin. Ev polîtîkayek bi zanebûn ya dewletê ye. Ji bo gelê Kurd biqedînin mafên agahîgirtina ji rêberê wan asteng dikin. Mafên me yên herî xwezayî ji me digirin.  Rêbertî xeta sor ya gelê Kurde.”
 
Sevîmê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Bi vê tecrîdê nekarin gelê Kurd îmha bikin. Em jin tecrîdê qebûl nakin û emê heta dawî têbikoşin.”
 
‘Wê gelê Kurd bêdeng nemîn’
 
Jina bi navê Nesîbe Aslan jî bi lêv kir ku ew vê tecrîdê qebûl nakin û wiha pê de çû: “Ev me ditirsîne. Der barê rewşa wî de kes tiştekî nabêje. Ne bi parêzeran re ne bi malbatê re nekare hevdîtinê bike. Dewlet dibêje tiştek bi Ocalan nehatiye. Ger tiştek nebûye çima hevdîtin nayê kirin. Em tecrîdê qebûl nakin. Tiştek bibe wê gelê Kurd bêdeng nemîne.Bi salane em di qirkirinan de derbas bûn. Canekî me heye û em vê jî dikarin feda bikin. Divê tecrîd demildest rabe.”