Bi keda jinan çanda kooperatîfan pêş dikeve
- 09:02 25 Cotmeh 2017
- Rojane
Orîvan Mûstefa
EFRÎN - Aboriya Kongreya Star ji bo peydakirina derfetên aborî ji jinan re kooperatîfa mast vekir.
Navenda Aboriya Jinê ya Kongreya Starê bi armanca pêşxistina Aboriya Jinê û peydekirina derfetên kar li Herêma Efrînê ji bo jinan Koperatîfa mast vekir. Koperatîfa Jinê ya Xerîbît Elşems ya Mast di 25'ê Tebaxa 2017'an de hat vekirin.
Di koperatîfê de 3 jin dixebitin. Jin rojane ji saet 08.00'an de heta saet 5.00'an bi awayekî çalak dixebitin.Koperatîf rojane 400 kîlo şîr tîne û rojane nêzî 600 kîlo mast ango 150 satil mast derdixe. Her kîloyek mast bi 325 lîreyên Sûriyeyê tê firot. Berhemê koperatîfê li bazaran tê firotin. Pereyên tên qezenckirin mehane bi awayekî wekhev li jinan tê belav kirin.
Di vê çerçoveyê de Rêveberiya Koperatîfa Xerîbît Elşems Fatma Reşo diyar kir ku armanca bingehîn a vekirina koperatîfê ev e; "Ku jin bi awayekî kolektîf û komînal aboriya xwe pêş bixe, dê serkeftinek gelek mezin bi dest bixe. Fatmayê derbarê amadekirina Kooperatîfa Mast de wiha got: "Her sibe dema şîr em ji gundan tînin destpêkê em hinek şîr bi kelandinê tecrûbe dikin. Piştî kelandinê em dixin satilan û du seatan em dihêlin ku ji bo sar bibe. Paşê em satilan paqij dikin û mast dixên. Em ser digirin û piştî du seatan mast dimeye."
Serkeftina jinê girêdayî keda jinê ye
Fatmayê herî dawî wiha got: "Jin ji bo pêdiviyên xwe pêk bînin tevlî karê jiyanî dibin. Jin dikare aboriya xwe bi xebatên koperatîfan pêş bixîne. Ji ber ku serkeftina jinê girêdayî keda jinê ye, gerek jin her dem kedeke girahbiha di qada jiyanê de bi dest bixe. Û ez banga hemû jinan dikim ku di kooperatîfê de cihê xwe bigirin û aboriya xwe pêş bixin."








