Jinên Geverê:Zarokên me ji tirsê nikarin êdî lîstîkan bilîzin
- 09:10 25 Cotmeh 2017
- Rojane
Zeynep Turgut
COLEMÊRG - Piştî pêvçûnan heya niha li Geverê bi sedan teqîn pêk hatîne. Herî dawî di heftiya derbasbûyî de 2 zarok birîndar bûn. Yek jê jiyana xw ji dest da. Jinên Geverê nêrazîbûn nîşanî nepaqijkirina bombeyan dan û gotin ku zarokên wan êdî ditirsin listîkan bilîzin.
Li Geverê piştî pêvçûnan heya niha bi sedan teqîn pêk hatine û bi tu awayî ji aliyê dewletê ve pêşiya van nayê girtin. Herî dawî teqîna 30'ê Îlonê ya li Taxa Firat a navçeya Gevara Colemergê de 2 birayên hev birîndar bûbûn. Ji her 2 birayan Umet Kozay ê 5 salî jiyana xwe ji dest da û Erhan Kozay ê 6 salî jî ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Kozay piştre sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Wanê hat kirin. Jinên Geverê bertek nîşanî van pêkutiyên dewletê dan û gotin ku êdî zarokên wan ditirsin lîstîkan bilîzin.
'Êdî zarokên me ditirsin listîkan bilîzin'
Jina bi navê Gûlê Polat anî ziman ku her tişt ji wan re hatiye qedexekirin û got ku bi van kirinan dewlet dijminahiya xwe nîşanî wan dide û wiha axivi;"Di pêvçûnan de bi tang û topên xwe zilma herî mezin li ser me kirin. Jiyan li me heram kirin. Malên me hilweşandin û şewitandin. Salek derbas bû, lê hîna birînên me mîna duh zindî ne. Dewlet her tim ruyê xwe yê reş nîşanî me dide. Hefteya derbas bûyî dema ku 2 birayan bi hev re dilîst teqîn pêk hat. Yekî jiyana xwe ji dest da. Bi rastî ji vê yekê pir xemgîn bûn. Van bombeyan paqij nakin. Em nizanîn niha li ku derê bombe heye. Êdî zarokên me ditirsin ku listîkan bilîzin. Her tiştî li me qedexe dikin. Ewlehiya zarokên me tune ne. Êdî em nikarîn zarokên xwe bişînîn dibistanan nexweşxaneyan û kolanan. Bi zanebûn ev bombeye nayên paqijkirin. Divê ev yek neyê qebûlkirin. Divê beriya ku zarokên din nemirin em pêşiya vê bigirin. "
'Zarokên me ji tirsan nema karin azad bigerin'
Dayika Gûlçîn Karaburk jî bi lêv kir ku gelê Geverê tê cezakirin û got ku ew êdî naxwazîn mirinê bibinîn û wiha got:"Zilma her li ser gelê kurd tê kirin. Bi zanebûn bombeyan paqij nakin. Ji par û heta niha çawa hîna nehatine paqijkirin. Dewlet dikare paqij bike. Ew nikarin bi vî awayî me ji têkoşîne dûr bikin. Gelê geverê her tim berxwedêr e û dê her tim jî berxwedêr be. Pêwîst e ev bombeyên hîna nehatine teqandin bên paqijkirin. Me tu car li hemberî zilmê serê xwe netawandiye em natewînîn jî. Zilm hebe nebe em ê li berxwe bidîn. Heya hefteya çûyî 2 brayên zarok birîndar bûn. Yek brayî jiyana xwe ji dest da yek jî niha li nexweşxanêyê ye. Ev heqê xwedê ye? Divê ev yek neyê qebûlkirin û êdî zarokên me bêtirs lîstîkan bilîzin. "
'Li gel mirina zarokan çi wateya jiyanê dimîne?'
Amîna Oztaş jî anî ziman ku ew dixwazin mirinên zarokan bi dawî bibin û got ku divê tu kes destûrê nede zarok bi tirsê mezin bibin û wiha berdewam kir;"Heviya me ya li hemberî azadiyê tu car wenda nabe. Heta niha me evqas wendabûn dîtin wisa hêsan nîne mirov dev ji berxwedanê berde. Dewletê em hînî mirinê kirîne. Em naxwazîn her roj çavên xwe bi mirina kesekî vekîn. Guneha zarokan çi ye? Çima pêşiya van nayê girtin. Zarokên me pêşeroja me ne.Li gel mirina zarokan çi wateya jiyanê dimîne? Em dixwazîn azadî û aşitî pêk bê. "








