ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2017'AN

  • 09:00 25 Cotmeh 2017
  • Rojev

*Aboriya Kongreya Star ji bo peydakirina derfetên aborî ji jinan re kooperatîfa mast vekir. BI DÎMEN

*Jinên ku kevneşopiya xwe li ser piyan dihêlin hestên xwe yên derbarê hunerê de bi ajansa me Jin Newsê re parve kirin û diyar kirin ku huner ji aliyê jinê tê parastin. BI DÎMEN
 
*Piştî pêvçûnan heya niha li Geverê bi sedan teqîn pêk hatîne. Herî dawî di heftiya derbasbûyî de 2 zarok birîndar bûn. Yek jê jiyana xw ji dest da. Jinên Geverê nêrazîbûn nîşanî nepaqijkirina bombeyan dan û gotin ku zarokên wan êdî ditirsin listîkan bilîzin. BI DÎMEN
 
*Hevseroka Giştî ya HDP’ê Sepîl Kemalbayê  qanûna miftîtiyê ya di Lijneya Giştî ya TBMM’ê de hatiye qebûlkirin nirxand û got: “Em ê jin hem li parlamento û hem jî li kolanan ji bo ev qanûn şûnde bê kişandin têbikoşin. Em qanûnên ku jinan tune dihesibînin nas nakin.” BI DÎMEN
 
*Derhênera fîlmê ‘Îşe Yarar Bîr Şey’ yê xelatkirî, Pelîs Esmer da zanîn ku ji ber geşedanên li welat kişandina fîlman zehmet e lê ji bo êş sivik bibin divê huner bê kirin. BI DÎMEN
 
*Hevberdevka Platforma Ji Hilweşîna Sûrê re Na, Buşra Cîzrelîogullari  der barê biryar AKP’ê  ya ji bo taxên Dîcle û Ferîtkoşkuyê yên Fîsyaya Sûrê girtiye de wiha got: “Hilweşîna li herêmê berderwam dike û ev hewldana berdewamkirina polîtîkaya sirgûnê ye.”
 
*Jinên Wanê bertek nîşanê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Abdullah Ocalan xeta sor ya gelê  Kurd e. Ev 18 sal e em agahiyekê ji girtîgeha Îmraliyê nagirin. Dewlet çi armanc dike? Ger ku tiştek bibe ji vê di serî de dewlet û hikûmet berpirsiyarin.” BI DÎMEN
 
*Şewakiyên eşîra kurd ya Koçer-Elewîne, li Dêrsîmê di alî çandî de têkoşîna hebûnê didin. Şewakiyên li jiyana xwecihbûnê tên zorkirin, diyar dikin ku yekane derfeta wan jiyana di nava xwezayê de ye.
 
*Li hemberî girtina dayika Sîsê rayedarên dewletê bêdengiya xwe berdrwam dikin. Keça Sîsê Haspîke da zanîn ku rewşa dayika Sîsê ber bi xetereyê ve diçe û got ku sîrgûnê nexweşiyên dayika Sîsê girantir kir.