Cenazê Zelal Kartal piştî 44 rojan hate defin kirin
- 18:02 24 Cotmeh 2017
- Rojane
AMED- Gêrîlaya YJA- Starê Têkoşîn Amed a ku di 10’ê Îlonê de bi çalakiya fedaî li dijî qereqola Angolê ya Lîceyê çalakiyekî kiribû û jiyana xwe dest dabû li Goristana Yenîkoyê hat defin kirin.
Gêrîlaya YJA- Starê Têkoşîn Ameda ku di 10’ê Îlonê de bi çalakiya fedaî li dijî qereqola Angolê ya Lîceyê çalakiyekî kiribû û jiyana xwe dest dabû hate zanîn ku leşkera cinazê Zelal Kartal li Qereqola Angolê de girtine. Cinaze bi aile malbatê ve li Qereqola Angolê de hatiye hildan. Cinazeyê Zelal Kartala(Têkoşîn Amed) ku hate Goristana Yenîkoyê jina cinaze girt û da ser milên xwe. Dayîka Zelal, Efîfe Kartal got ku cinazeyê keça wê 44 roje bi zanebûn û kêfê nedane.
Efîfe anî ziman ku leşkerên Qereqola Angolê telefonê wan kiriye û gotine ku bitenê malbata we bê qereqola ku keça we xwe tê de teqandiye. Malbata Zelal piştî ku telefonê wan kirine doh çûne qereqolê û leşkerên wê derê gotine ku hûn li pey PKK’ê ne û gotinên wan keça we kuştiye kirine û dayîka Zelal wiha got: “Me jî ji wan re got ku wan keça min xwe nekûştiye. Keça min ji bo gele Sûrê xwe feda kiriye. Ev tiştê ku keça min kiriye em jê serbilindin û em ê hetanê dawiyê li pey şopa keça xwe bin.
Cinazeyê Zelala ku hanîn goristanê vecîbeyên olî anîn cî piştre jî li hate defin kirin. Piştre gelê ku tevlîm merasîma cinaze bûbûn slogana “Şehîd Namirin” avêtin û belav bûn.








