Mamosteyên jin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir
- 18:01 24 Cotmeh 2017
- Rojane
GIRKÊLEGÊ - Mamosteyên jin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku berdewamiya tecrîdê pirsgirêkên Rojhilata Navîn mezin dike.
Ev 19' e sal in ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmralêyê de ye û ji sala 2011'an heta a niha tecrîdeke giran li ser tê meşandin. Nayê hiştin ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Li gel vê yekê jî li dijî vê siyasete bêdengiyek navneteweyî heye. Têkildarî vê mijarê mamosteyên jin ên bajarê Girkêlegê yê girêdayî Dêrika Herêma Cizîrê nêrînên xwe anîn ziman.
Wê nikaribin îradeya Gelê Kurd bişikînin
Edla Ferho derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêrînên xwe wiha anî ziman:"Dewleta Tirk derbarê tenduristiya Rêber Apo de agahiyên ne zelal belav dikin. Dijminê Kurdan li dijî deskeftiyên wan hesûdiya dikin û dixwazin ku van deskeftinan tune bikin. Loma dixwazin di kesayeta Rêber Apo da şerekî taybet û mezin derxin. Lê bi lîstokên xwe yên qirêj ew ê nikaribin îradeya Gelê Kurd bişikînin."
Edlayê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Em ê ji bo rizgariya rêberê xwe her hewl bidin. Ji bo jiyaneke azad û bi rûmet pêdivî bi fikir û ramanên Rêber Apo hene. Dê pergala tecrîdê bi hêza jinê bê şikandin."
Ji bo pêşerojeke ronî gerek tecrîd bê şikandin
Nûpel Ehmed nêrînên xwe yên derbarê tecrîdê de wiha anî ziman: "Bi vê tecrîda li ser Rêber Apo dixwazin ku şerekî mezin derxin holê ku aştî têk biçe. Ji bo aştî têk neçe gerek Rêber Apo bê berdan. Ji bo pêşerojeke ronî gerek tecrîd bê şikandin ."
Edlayê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Ji bo ku hêviya pêşerojê bê avakirin banga min ji hemû jina heye ku ji bo tecrîda li ser Rêber Apo rabe, hewl bidin."
Hêvî bi felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mezin dibe
Diyala Iskan jî nêrînên xwe wiha anî ziman"Pêdivî ji aştî û aramiyê heye. Ji bo aştî û aramî çêbibe jî gerek tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin. Hêvî bi felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mezin dibe.








