Mamosteyên jin tecrîd şermezar kirin
- 12:38 24 Cotmeh 2017
- Rojane
GIRKÊ LEGÊ - Mamosteyên jin derbarê rewşa tendrustî û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyaniyek ji raya giştî re dan û ragihandin ku îro hemû jin xwe li ser felsefeya wî bi rê ve dixin.
Mamosteyên jin ên li navçeya Girkê Legê ya girêdayî bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê mamosteyên jin ên Aqedemiya Şehîd Dorşîn tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî bi tevlîbûna gelek kesan û tevahî endamên Akademiyê pêk hat û ji hêla mamoste Şêrîn Ehmed ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Em weke mamosteyên jin tecrîda li ser Rêberê mirovahiyê şermezar dikin. Ev dewleta faşîst her dem di nava liv û tevgerê de ye ku fikir û ramanê rêber Apo biçewisînin, di destpêkê de dest bi dîlgirtina fîzîkî kir lê hat xwuyakirin ku bê encam e ji ber vê yekê tecrîdeke bê hempa li ser belavbûna felsefeya wî dan meşandin, lê dê nikarîbin fikir û felsefeya Rêber Apo ji civakê dûr bixin, Îro bi hezaran jinan xwe li ser felsefeya wî bi rêxstin kirine.
Heta ku em agahiyê ji Rêber Apo bigirin em ê wekî mamosteyên jin çalakiyên xwe berdewam bikin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku xwedî li rêberê mirovahiyê derbikevin .
Daxwuyanî bi dirûşmên" Bijî serok Apo" ," Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.








