'Divê her malbetek kurd mala xwe bike dibistan ji bo kurdî'

  • 09:20 24 Cotmeh 2017
  • Rojane

WAN - Piştî ku Kurdî-Der hatiye girtin şûnde polîtikayên qirkirin û pişavtinê jî bênavber berdewam dikin. Der barê pişavtinên ser zimanê kurdî Mamosteya kurdî Xecê nirxandin kir Xecê got ku pêwîste her malek me bibe dibistanek. 

 Li Kurdîstanê polîtikayên dewletê yên   qirkirin û pişavtina li ser ziman berdewam dikin. Bi Biryarên Hukmê Qanûnê (KHK)'yan saziya Kurdî-Der hate girtin. Dewletê bi girtina Kurdî-Der'ê xwest ku pişavtina ser ziman zêde bike. Der barê pişavtina li  ser ziman Mamosteya kurdî Xecê nirxandin kir Xecê diyar kir ku her êrîşeke li ser zimanê kurdî erîşa li hemberî hebûna gelê kurd e.
 
'Dema ku raman û fikrên gelekî têk çûn wateya hebûnê namîne'
 
Mamoste Xecê anî ziman ku armanca qirkirina ser ziman ew e ku di şexsê gelê kurd de gelên din jî ji holê rake û wiha axivi;"Polîtikayên dewletê bi salane aşkere ne. Em dikarin  bêjîn ku  di hemû hêlan de êrîşek li ser gelê kurd û çanda wî heye. Tunekirina ziman tunekirina gelekî ye. Ger ku di kesayeta gelekî de ziman tune bikin ew gel jî ji xwe di dawî de tune bibe. Em hêstên xwe, ramanên xwe, çanda xwe û hemû tiştên xwe li gel ziman dijîn. Ji ber wê yekê jî dema polîtikayên pişavtinê bi ser ketin çanda mirovî ya ramanî dê têk biçe. Dema ku raman û fikrên gelekî têk çûn wateya hebûnê namîne. Bêgûman pêwîst e çiqas polîtikayên dewletê û zext, êrîşên wan li ser me hebin jî divê em li ber xwe bidin. Pêdivî pê heye ku em hemû  li hemberî qirkirina li ser zimanê dayîka xwe berpirsyar bibînîn."
 
'Pêwîste em li hemberî  polîtikayan hikûmetê  hîşyar bîn'
 
Xecê bi lêv kir ku pêwîst e her malbatek bi hêstiyarî tevbigere û got ku her der qadên perwerdehiyê ne û wiha berdewam kir;"Dewlet çiqas bi politikayên pişavtin û biyanîbûna li hemberî hebûna mirov gel dûr bixe û ji bo van polîtikayan zemînê amade bike jî gelê kurd bi hişyarî û hêstiyar nêz dibe. Her malek û malbatek qada perwerdehiyê ye. Bi perwerdehiyê em ê zimanê xwe biparêzîn. Xebatên me yên li ser ziman pir hebûn. Li vê heremê her malbetekê li mala xwe tirkî qedexe kiribû. Malbatan ji zarokan re digot gava hûn diçin dibistanan tirkî biaxivin lê li mal û tu qadên jiyanê yên din tirkî neaxivin. Malbatan biryarên bi vî awayî standi bûn. Ji ber vê yekê jî pêwîste em li hemberî  polîtikayan hikûmetê  hîşyar bin."
 
'Divê  her malbetek kurd  malên xwe bike dibistanên kurdî'
 
Xecê bal kişand ser zarok û girîngiya zimanê dayîkê û destnîşan kir ku pêşeroja civakan dewlemendiya ziman aşkere dike û wiha pê de çû;"Pêşeroja her civakekê bêgûman zarok û ziman aşkere dikin. Hûn zarok bi kîjan zimanî mezin bikîn wisa pêşeroja gel zelal dibe. Pêwîste her fikrên me bi kurdî bin. Dewlet jî baş dizanin ku zarok ji bo civakekê pir girîng e. Dibistanên Kurdî-Der û malên ku ji bo zarokan hatine avakirin ji bo ku bi zimanê dayîkê perwerdehî didan hatine girtin. Ji ber ku ji bo dewletê ev xeter bû. Divê  her malbetek kurd  malên xwe bike dibistanek. Divê em zarokên xwe li gorî kurdî, çanda kurdî, hişmendiya kurdî û fikir û ramanên kurdî mezin bikîn. Bila giriyê wan, kenê wan û listîkên wan  bi kurdî bin. Ji bo zarokan pêwîste em bibin pêşengên baş.