Li Sûrê hilweşîn didome: Wê dawiya kesên zilmê dike jî bê
- 09:11 24 Cotmeh 2017
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Asta yekem ya hilweşîna li Alîpaşa û Lalebeyê berbi dawiyê ve diçe û ji bo asta duyemîn jî amadekariya hilweşînan tê kirin. Welatiyên li Sûrê dijîn gotin: “Kê heta îro çi zilm kiriye wê ji wan re nemîne. Hela zilma li kurdan hatiye kirin, qet ji wan re nemaye. Kî hat desthilatdariyê ket. Bêguman wê dawiya vê zilmê jî bê.”
Li navçeya Sûrê ya Amedê qedexeya li hinek taxan pêk hat ev salek zêde ye didome. Li taxên Alîpaşa û Lalebey ku qedexe tune ye,hilweşîn û binpêkirina mafan tê jiyîn. Li dijî dewleta ku pêngav bi pêngav hilweşînê didomîne, gelê Sûrê diyar kir ku wê li ber xwe bidin û bang li hemû welatiyan kirin ku li dijî hilweşînê bi hestiyar tevbigerin.
‘Em pere û madiyatê naxwazin’
Li taxên ku hilweşîn bi lez didome, ji bo welatiyan neçar bihêlin serî li her riyê didin. Ewil ceryan û av birîn. Piştre bi zor ji taxê hatin derxistin. Welatiyên ji malên xwe derneketin jî rastî tehdîda polîsan hatin. Li şûna xaniyên hatin hilweşandin hîm hat avêtin û ji bo pêşî li bertekên welatiyan bigirin tax bi bariyerên hesin yên bilind hat girtin.
Malbateke ku hema li ber bariyetan kon vedan, li dijî hilweşînê jiyana di kon de berdewam dike. Kesên di kon de dijîn gotin: “Ji me re dibêjin biçin bankayê pereyê xwe bigirin û ji vir derkevin. Ji me re pere ne pêwist e. Em naxwazin ji mal û axa xwe biçin.”
‘Me bi xeyalên mezin çêkir’
Malbateke din jî got: “Xaniyê me qesra me ye. Me bi xeyalên mezin ev çêkir. Ka bên ez we li hundir bigerînim. Hunê bibînin ez çiqas mafdar im. Min du kat çêkir. Me got em û zarokên xwe em bi dil rehetî têde bijîn. Lê destur nedan. Dora hilweşînê ya xaniyê me ye. Min tiştek di hundir de nehişt. Min hemû bir. Em bi zilmek mezin ji axa xwe dibin. Lê bila kes nebêje wê ev zilm ji wan re bimîne. Dawiya Feto çi bû ya Erdogan jî wê wisa be. Wê teqez Erdogan bikeve. Wê rojekê hesabê vê bide. Hela zilma li kurdan hatiye kirin, qet ji wan re nema ye. Kî hat desthilatdariyê ket. Bêguman wê dawiya vê zilmê jî bê.”








