‘Divê jin ji bo Rêbertiyê li her çar parçeyên Kurdistanê rabin ser piyan’
- 09:02 24 Cotmeh 2017
- Rojane
Hikmet Tunç
WAN - Jinên Wanê balkişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan û diyar kirin ku divê jin ji bo Rêbertiyê li her çar parçeyên Kurdistanê rabin ser piyan û gotin: “Rêbertî di bin tecrîda giran de ye. Ji bo em dakevin kolênê li benda çi ne?
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û di çapemeniya civakî de jî nûçeyên der barê ku jiyana xwe ji dest daye derketin. Piştî vê serlêdanên hevdîtinê hatin kirin lê hîna bersivek erênî nehatiye girtin. TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê bi dirûşêma ‘Wê tecrîd wenda bike, azadî bi ser keve’ kampanya dabûn destpêkirin û kampanya bi lez didome. Jinên Wanê jî piştgirî dan kampanyayê û diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demildest rabe.
‘Em tecrîdê dikarin bi têkoşînê bişkînin’
Jina bi navê Behîce Tuncer bi lêv kir ku kampanyaya TJA’yê bi wan re kelecan afirandiye û wiha pê de çû: “Em bi têkoşînê dikarin tecrîdê bişikînin. Em her tim li alî aştiyê bûn. Lê heta Rêbertiya me azad nebe aştî ne pêkan e.”
Behîceyê wiha berdewam kir: “Em aştiyê ne ji AKP’ê ji hêza xwe ya xweser dipên. Em aştiya xwe jî azadiya xwe jî dikarin bi hevgirtinê pêk bînin. Kurd ne kurdên berê ne. Kurd êdî xwedî hişmendî ne. Em lîstikên li ser jinan dizanin. Ji bo vê divê em bi hev re têbikoşin. Divê em tecrîdê nîqaş bikin û biaxivin.”
‘Azadiya me bi azadiya Rêbertiyê pêkane’
Fatma Duman jî destnîşan kir ku tecrîd tenê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk nayê û ev tişt anî ziman: “Rêbertiya me hedef tê girtin û li girtîgehan tecrîdê li ser zarokên me jî dimeşînin. Şikandina deriyên girtîgehan bi têkoşîna jin û gelê kurd pêkan e. Têkoşîna me mafdar e. Em ê bi ser kevin. Azadiya me bi azadiya Rêbertiyê pêkan e.”
Jina bi navê Halîme Orhan jî wiha got: “Divê jin bişev û roj li ser piya bin. Êdî bes e. Divê jin li malê runenin. Divê ji zarokên xwe re, ji cînarên xwe re tecrîdê vebêjin. Em azadiya Rêbertiya xwe dixwazin. Divê jin pêşî li vê zilmê bigirin. Divê em ji vê pêvajoyê re bêjin bes e.”
‘Zarokên me tên kuştin em çi dibên’
Leyla Duman jî balkişand ser tecrîdê û got ku ji bo tecrîd bê şikandin divê jin li her çar aliyan rabin ser piyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema têkoşîna hevpar a jinan ji ber persektîfa ku Abdullah Ocalan pêş xistiye pêk tê. Ma bêdengî wê heta kengê bidome. Her roj zarokên me dimrin. Heta Rêbertî azad nebe wê zarokên me bên kuştin. Rêbertî di bin tecrîda giran de ye. Ji bo em dakevin kolanê em hîna li benda çine?”








