ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2017'AN
- 09:00 24 Cotmeh 2017
- Rojev
*Jinên Wanê balkişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan û diyar kirin ku divê jin ji bo Rêbertiyê li her çar parçeyên Kurdistanê rabin ser piyan û gotin: “Rêbertî di bin tecrîda giran de ye. Ji bo em dakevin kolênê li benda çi ne? BI DÎMEN
*Gundê Belav ê Stewra Mêrdînê di sala 1990’î de ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin. Jina bi navê Ase Alokman ya wê demê neçar ma koç bike, piştî salan şûnde hat gundê xwe û xaniyê xwe ji nû ve çêkir. Ase wih got: “Piştî 20 salan şûnde bîranîn, baxçe, çiyayên min li ber çavê min zindî dibin. Ez êdî li gel hemû pêkanînan dest ji gundê xwe bernadim.” BI DÎMEN
*Reyhan Gun a li Meletiyê dijî, dukanek vekir û her cureyê kulîlkan lê xwedî kir. Lê gulîlkên Reyhanê şaredarî nerehet kir. Reyhanê diyar kir ku ji ber li ber dukana xwe kulîlk gîhandiye, şaredariyê cezayê pere lê biriye û niha li dijî vê têdikoşe. BI DÎMEN
*Asta yekem ya hilweşîna li Alîpaşa û Lalebeyê berbi dawiyê ve diçe û ji bo asta duyemîn jî amadekariya hilweşînan tê kirin. Welatiyên li Sûrê dijîn gotin: “Kê heta îro çi zilm kiriye wê ji wan re nemîne. Hela zilma li kurdan hatiye kirin, qet ji wan re nemaye. Kî hat desthilatdariyê ket. Bêguman wê dawiya vê zilmê jî bê.” BI DÎMEN
*Bi boneya 25'emîn salvegera çalakiya Tekoşer Bêrîtan, Rêveberên Kongra Star Roşîn Îbo û Hêvîn Tarî Bêrîtan û hemû cangoriyên Azadiyê bi rêzadarî bi bîr anîn û soza şopandina rêya ku bi berxwedana xwe ronî kirine dan. BI DÎMEN
*Li Cizîrê jina bi navê Feyruz Pulat ya 29 salî ku bi pitika 8 mehî ya di zikê xwe de jiyana xwe ji dest da, di hevdîtinên telefonê yên dosya lêpirsînê de derket holê ku jina ducanî bi saetan li benda sewqkirin û ambulansê maye.
*Piştî ku Kurdî-Der hatiye girtin şûnde polîtikayên qirkirin û pişavtinê jî bênavber berdewam dikin. Der barê pişavtinên ser zimanê kurdî Mamosteya kurdî Xecê nirxandin kir Xecê got ku pêwîste her malek me bibe dibistanek. BI DÎMEN
*Deepa Mehta ku bi wesîleya Rojên Fîlmên Kanadayê li Stenbolê ye, ji Fîlmmor û Uçan Supurgeyê, heta hezkiriyên sînemayê û jinên hezkiriyên sînemayê re hat cem hev. Ji sînemaya femînîst heta tecrubeya sînemayê ya xwe axivî. Deepayê diyar kir ku divê hemû jin ji welîdînê de bibin femînîst.
*Gulnaz Karataş ku li Tirkiye û Kurdistanê ji bo hezaran jinî bû çavkaniya îlhamê û bi hezaran zarokên piştî wê hatin dinê navê wê girtin, li ser jinan şopek kûr hişt. Berîtan ku di têkoşîna jinan a kurd de rola pêşeng lîst, ji bo gelek zarokên keç navê xwe hişt.








