Serdana konê çalakiyê berdewam dike!

  • 19:00 23 Cotmeh 2017
  • Rojane
KOBANÊ- Konê çalakiyê ku di 17`ê mehê de ji bo rewşa Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hatibû vedan serdanên saziyan ên li kon berdewam dikin.
 
Konê çalakiyan ku di 17'ê mehê de ji bo ewleha Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû vekirin ku nobet û çalakî lê berdewam dikin, doh xeta Rojava nobet  teslîm Kongreya Star kir.
  
Derbarî çalakiyên li kon de rêverbera Kongra Star  ya xeta Rojhilat Litfiya Mehmûd  xavi û wiha got: "em di destpêkê de bi xêrhatina  we hemûyan dikin. Îro em di bin konê çalakiyê de kom bûne û wê serdanên  me berdewam bikin. Heya ku agahiyek ji Rêberê me bê. Em  dewleta tirk şermezar dikin û em bang dikin ku tecrîda li ser Rêber Abdulah Ocalan were rakirin û Rêberê me ji zandanê bê derxisitn."  Litfiye Mehmûd di dawiya axaftina xwe de wiha got; " Li ser fikir û felsefaya Rêber Apo û şopdarên riya heqîqtê bin." 
 
Her wiha endama Rêverberiya Xweseriya Demokratîk Selwa Osman jî wiha got: "Ev bû ye 19 sal ku dewleta tirk  tecrîda, cûrbecû  li ser serokê me dimeşîne. Em vê yekê şermezar dikin û heya ji me bê wê çalakiya me berdewam be."