349 roj in li vê kolanê çalakî heye

  • 16:18 23 Cotmeh 2017
  • Rojane
ENQERE - Polîsan di roja 349'emîn de carek din mudaxeleyî çalakiya Kolana Yukselê kir û 4 kes binçav kirin. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 229'emîn de ye û çalakiya piştevaniya ji bo Nuriye û Semîh ku ji bo vegerin karê xwe di roja 349'emîn de didome. Kedkarên cemaweriyê yên hatin îxrackirin xwestin li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Yukselê daxuyaniyê bidin çapemeniyê lê polîsan ew asteng kirin. Li ser vê yekê çalakvan li kolana Konurê li hev kom bûn. Polîsan li vir mudaxeleyî çalakvanan kir û pankartên wan çirandin. Her wiha polîsan di mudaxeleyê de Nazan Bozkurt, Gulnaz Bozkurt, Îlker Işik û Mehmet Dersulu jî binçav kirin. 
 
4 kesên ku hatin binçavkirin piştî demekê hatin berdan.