Dengê jinên rojnamevan ji kiryarên qirêj bilindtir e!
- 15:25 23 Cotmeh 2017
- Rojane
Orîvan Mustefa /Lîlav Elî
EFRÎN- Rojnamevanên Herêma Efrînê binçavkirina nûçegihanên ajansa me û Mezopotamyayê şermezar kirin û bi yek dengî gotin:"Em ê dengê heqîqetê derxînin pêş û heya dawiyê li ber xwe bidin."
Bi hinceta "Derbarê wan de îxbar heye" Polîsên Enqereyê bi ser malên nûçegihanên ajansa me û ya Mezopotamyayê de girtin û ew binçav kiribûn. Rojnamegerên Efrînê bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan û wiha gotin: "Dengê jinên rojnamevan ji kiriyarên qirêj bilintir e."
'Akpe ji bo rastiyan veşêre êrîş dike'
Endama Radyoya Avrînê Şîlan Xoce diyar kir ku hukumeta AKP'ê dixwaze dengê rastiyê,heqîqetê bi riya girtin û binçavkirina jinên rojnameger bigre û wiha berdewam kir: " AKP her tim cavên rastiyê hedef digire, ji tekoşîna ku jinên rojnameger li bakûrê Kurdistanê dimeşînin ditirse û ji ber wê jî xebatkarên çepemeniyê dike hedef."
Şîlanê di berdewamiya axafitina xwe de qetilkirina rojnamevanên li Rojava jî bi bîr xist û got ku dewleta tirk bi riya çeteyên xwe DAÎŞ'ê di heman demê de rojnamevanên Rojavayê kurdistanê hedef girt û ew qetil kirin."
'Girtin û binçavkirin me bêdeng nake'
Endama Rojnemeya Ronahî Avşîn Îbrahîm diyar kir ku hikumeta AKP'ê li hemberî berxwedanî û derketina rastiyê neçar ma ku destdirêjiya jinên ronemevan bike û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Ragihandin beşA bingehîn a agahdarkirina civakêye rojnamevan dijmirovatiya dewleta tirk ji cîhanê re radighînin. Ji ber vê yekê dewlet dixwaze ku vê hêzê bi kuştin û binçavkirinê bişkînê daku siyaseta xwe ya qirêj bêhtir li ser gelê kurd bimeşîne."
Avşîn di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên rojnameger kir ku her tim li dijî kesên dijminatiya mirovahiyê dikin li ber xwe bidin û anî ziman ku dengê jinên rojnamevan ji kiriyarên qirêj bilintir e.








