DBP’ê ji bo Abdullah Ocalan biryara çalakiyan girt
- 14:54 23 Cotmeh 2017
- Rojane
AMED - Rêxistina DBP'ê li dijî tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan giştînameyek belav kir. DBP'ê diyar kir ku bi armanca tecrîdê rakin dê heta 19'ê Mijdarê çalakiyên greva birçîbûnê yên dorveger, panel, civîn, meş û çalakiyên cuda pêk bînin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi armanca balê bikişîne ser tenduristî û jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan giştînameyek belav kir. Giştîname, bi îmzeya Berpirsa Rêxistinê ya Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemîr hat weşandin, ji endamên Meclisa DBP'ê, rêxistinên bajar û navçeyan, rêxistinên ciwan û jinê yên DBP'ê re hat şandin.
Di giştînameya DBP'ê de wiha hat gotin: "Birêz Abdullah Ocalan, 18 sal in li dijî pivanên hiqûq û qanûnên navneteweyî di bin zextan de ye. Bi awayekî keyfî û li dijî mirovahiyê bi polîtîkayên taybet di bin şertên tecrîda giran de li Grava Îmraliyê tê girtin. Bi taybetî di 2 sal û nîvên dawî de di bin tecrîdek giran de tê girtin. Di bin tecrîda mutlak de bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Bi parêzer û malbata xwe re nikare hevdîtin bike. Di demên dawî de li ser hesabê ne fermî yên medyaya civakî, agahiyên cuda hatin belavkirin. Ew îdia pir talûke û bi fikar in. Em ji tenduristî û ewlehiya Birêz Ocalan bi fikar in. Em dixwazin şertên tecrîda giran a li ser Ocalan demek berî demekê bi dawî bibe."
Di giştînameya ku ji hemû rêxistinên navçe, bajar, jin û ciwanan re hat şandin de hat diyarkirin ku divê teqez li dijî tecrîda mutlak têkoşînek mezin bê meşandin û wiha hat gotin: “Ji bo dawî li tecrîd û îzolasyona li ser Birêz Ocalan bê, divê saziyên mafên mirovan ên navneteweyî zorê li hikumetê bikin da ku malbat û parêzer karibin hevdîtinê bikin û fikarên der barê tenduristiya Birêz Ocalan de bên derbaskirin. Ji bo vê yekê divê hemû rêxistinên me xebatên xwe bigirin dest. Ji bo sere rast gel agahdar bikin û mafê xwe yên demokratîk bi dest bixin, divê meşên girseyî, daxuyanî, çalakiyên rûniştinê, daxuyanî, grevên birçîbûnê, bên lidarxistin."
DBP'ê di giştinameyê de bernameya ku dê endamên PM'ê, hevserokên navçe û bajaran li dar bixin wiha rêz kir:
“*Ji dîroka giştînameyê heta 29'ê Cotmehê divê li hemû rêxistinên navçe û bajarên me bi girseyî daxuyaniyan bidin çapemeniyê.
*Ji 30'ê Cotmehê heta 4'ê mijdarê divê bi girseyî nameyan ji birêz Abdullah Ocalan re bişînin. Dîsa ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Wezareta Dadê, Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, CPT û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî re daxwaznameyan bişînin.
*Ji 4'ê Mijdarê heta 12'ê Mijdarê li hemû rêxistinên navçe û bajaran bi awaeykî dorveger çalakiyên greva birçîbûnê bên destpêkirin. Divê fînal bi çalakiya rûniştinê bi dawi bibe.
*Ji 12'ê Mijdarê heta 19'ê Mijdarê divê meş, çalakiyên rûniştinê, panel û civînên gel, çalakiyên li derve û hundir bi awayekî zêde bên lidarxistin.
*Di vê pêvajoye de divê hemû rêveberên me û rêxistinên me yên bajar û navçeyan ji bo mijar bibe rojev, piştî saet 17.00’ê êvarî dest bi xebatên tax û malan bikin."








