Ozlem Ozkan:Gelek jin dema lihevkirinê de hatin qetilkirin
- 09:14 23 Cotmeh 2017
- Rojane
Zulal Koçer
STENBOL - Piştî pêşnûmeya ku rayeya birîna mehrê dida meleyan bû qanûn şûnde Wezîrê Dadê Abdullhamît Gul diyar kir ku kesên dixwazin hevjîn berdin, beriya biçin dadgehê ji bo biçin navbeynkar xebatekê dimeşînin. Femînîst parêzer Ozlem Ozkan bertek nîşanî daxuyaniya wezîr da û got ku gelek jin di dema lihevkirinê de hatine qetilkirin.
Piştî ku rayeya birîna mehrê ji bo meleyan hat dayîn şûnde hikûmeta AKP’ê niha jî plan dike ku pêkanîna ‘navbeynkariyê’ bîne. Wezîrê Dadê Abdullhamît Gul diyar kir ku kesên dixwazin hevjîn berdin, beriya biçin dadgehê ji bo biçin navbeynkar xebatekê dimeşînin. Bi vî awayî kesên dixwazin dest ji hev berdin wê ewil biçin bi pisporên şêwirmendiyê re hevdîtinê bikin. Jinan bertek nîşanê pêkanînê dan.
‘Tercîhek polîtîk e’
Femînîst parêzer Ozlem Ozkan wiha got: “ Qanûna miftîtiyê tenê mehrê nahundirîne. Ev guherîn hewce bike jî heta niha hewl hatiye dayîn ku jinan bikin bin kontrola xwe û der barê jiyana wan de bibin xwedî gotin.”
‘Dixwazin jinan bêdeng bikin’
Ozlemê di berdewamiyê de bi lêv kir ku jin di nokteya parastina azadiya xwe de û lêgerîna mafên xwe de bi biryarin û ji ber vê jî dibêjin em jinan bêdeng bikin û got: “Dixwazin jinan bêdeng bikin û her tiştî bikin bin kontrola xwe. Qanûn ji vê hişmendiyê re xizmetê dike. Wan digot ‘mumkune zewicandî bimînin, dest ji hev bernedin, ev di alî olî de ne caîze û ji bo neteweyê ev bi xêre’. Bêguman nêrîna şîdeta li ser jinê jî di vî alî de bû. Dema bibûn desthilatdar gotibûn ji şîdetê re sifir tolerans. Wê demê qanûn derketibûn. Lê piştî salan şûnde derket holê polîtîkayên dûrû dimeşînin. Gelek jin jî di pêvajoya lihevkirinêde hatin kuştin.” Em ji ber vê di alî hiqûqî de li dijî vê ne.”








