Jinên penaber: Welat biguhere jî tiştên em dijîn hemane!
- 09:06 23 Cotmeh 2017
- Rojane
Hîkmet Tunç\Dîlan Babat
WAN - Jinên ji ber zextên Îranê koçî Tirkiyeyê kirine, li vir jî ji aliyê mêran ve fuhuş li wan tên ferzkirin. Yek ji van jinan Z, diyar kir ku Îran be jî weltekî din be jî zext hemanin.
Li welatên Rojhilata Navîn şîdeta li ser jinan roj bi roj zêde dibe û li welatên ku mafê jinan nayê nasîn li ser bedena jinê fuhuş xwe dide der. Jinên ku ji ber zextên welatên xwe koç dikin jî li welatên bi cih dibin jî dîsa bibin alava mêtîngeriyê. Jinên ji Îranê tên Tirkiyeyê jî fuhuş li wan tê ferzkirin.
‘Daxwaza hevberdanê jî bi mirinê tê cezakirin’
Jina bi navê Z, ku sê sal berê ji Îranê koçî Tirkiyeyê kir, tiştên ku jiya vegot. Z behsa zextên li ser jinan yên li Îranê kir û diyar kir ku mêrek dikare bi çar jinan re mehra fermî bibire û ji ber vê jî zewacên zarokan jî zêde bûne û îstîsmar jî hat qanûnî kirin. Z. Daxuyakirin ku jin ji aliyê hevjîn ve rastî şîdetê jî bê nikare daxwaza berdanê bike û wiha berdewam kir: “Ev rewş ji aliyê malbatan dewletê ve bi cezayê mirinê tê encamkirin. Her wiha zarokên di zewacê de tên dinê jî dema daxwaza berdanê bê kirin welayeta wan didin mêr. Gelek jinên derdora min bi vê rewşê dizewicîn. Dema jin ji welatên xwe koçber dibin ne tenê qanûn gelek sedemên wê hene. Zarokek keç ji aliyê bavê xwe ve rastî tecawizê hat. Ji ber ev bûyer bê bihistin reviya welatekî din. Bavê wê jî jiyana xwe ya normal didomîne.”
‘Bi zorê bi jinan fuhuşê didin kirin’
Z. bi lêv kir ku li Tirkiyeyê jî heman tişt tê jiyîn û got: “Mêr li her derê wek hevin. Ez ewil çûm Enqereyê.Ez demek dirêj li wir jiyam. Piştî pereyê min qedya min bo demekê modeltî kir. Min tirkî dizanibû. Li gorî jinên din hinek din bi şanstir bûm. Ji ber jinên ziman nizanibû bi rehetî dixapandin. Bi taybet ji bo mêran jin tenê objeya zayendiye. Piranî jinên tên vir ji aliyê mêran ve tên xapandin û fuhuş lê tê ferzkirin. Ji bo şevekê mehra olî dibirin roja din sê caran dibêjin ‘berde’ û berdidin. Piranî mêr jinan wisa dikin û dikin fuhuşê.”
Z. anî ziman ku ew jî bi mêrekî zewicandirî re bi mehra olî zewiciye û wiha pê de çû: “Piştî modeltiyê hatim Wanê. Min li malbatê geriya û got ez vedigerim. Di vê navberê de min mêrek nas kir. Mehra olî birî û em sê mehan ligel hev man. Min nedizanî zewicandiye. Di vê navberê de ez ducanî mam. Piştre min hîn kir ku zewiciye. Ji wê pêve ji xwe li min negeriya. Kuruşek pereyê min tinebû. Min gelek zehmetî kişand. Ji welidînê re demek kurt ma min întîxar kir. Lê ez nemirim. Piştî zarok hat dinê, wî mêrî ez dîtim. Niha dixwaze zarokê bigire. Lê tevî hemû zehmetiyan zaroka min ez vegerandim jiyanê.”
Z. diyar kir ku jinên Îranê fuhuş lê tê ferzkirin û wiha got: “Hevalek min ya Îranê li min geriya. Bi zarokên xwe re hatiye Wanê. Ji min re got ‘Ez nizam çi bikim. Ez bi zarokên xwe re di rewşek ne baş de me.Ez bi pereyan bi mêran re dikevim têkiliyê.’ Gelek jinên Îranê bi mêrên dewlemend re li otelên luks bi mêran re dikevin têkiliyê.”
Rezîdans tên bikaranîn
Z di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo fuhuşê piranî rezîdansê 1+1 yên TOKÎ’yan tên bikaranîn. Bi rojane an jî heftane didin mêran û mêr jî jinan dixapînin û li vir fuhuşê pê didin kirin. Pir caran bi 5 TL’yê tê firotin.
Jinan difroşin mêrên kal
Jina bi navê L. jî daxuyakirin ku jinên ji Îranê tên Wanê fuhuş lê tê kirin û wiha got: “Mêrên Îranê jina bi 100 û 200 TL’yî difroşin mêran. Zarokên keç jî bi pereyan difroşin mêrên mezin. Li Îranê jin nekarin di alî aborî de bixebitin. Qedexeye. Ji ber rejîm naxwaze jin bên cem hev û ji rêxistinbûna wan ditirse.Piranî jinên tên vir ji ber rejîmê tên.”








