ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2017'AN
- 09:00 23 Cotmeh 2017
- Rojev
*Komîta jin a Akademiyên Civaka Demokratîk derbarê pêvajo û serkeftina Jinên Kurd ên kedkar û şoreşger de nêrînên xwe anîn ziman. BI DÎMEN
*Jinên ji ber zextên Îranê koçî Tirkiyeyê kirine, li vir jî ji aliyê mêran ve fuhuş li wan tên ferzkirin. Yek ji van jinan Z, diyar kir ku Îran be jî weltekî din be jî zext hemanin.
*Li gundê Ulamiş ê Seferîhîsarê mamosteya hunera destan Hatîce Çantepe diyar kir ku ji bo jinan a herî girîng ew e ku ligel hev bin û zanînên xwe bi hev re parve bikin. BI DÎMEN
*Piştî pêşnûmeya ku rayeya birîna mehrê dida meleyan bû qanûn şûnde Wezîrê Dadê Abdullhamît Gul diyar kir ku kesên dixwazin hevjîn berdin, beriya biçin dadgehê ji bo biçin navbeynkar xebatekê dimeşînin. Femînîst parêzer Ozlem Ozkan bertek nîşanî daxuyaniya wezîr da û got ku gelek jin di dema lihevkirinê de hatine qetilkirin.
*Ji Meclîsa Ekolojiyê ya HDP’ê Goknur Yumuşak diyar kir ku şîrketên dermanan yên navneteweyî ji bo tovên herêmî ji holê rabikin, zextan li dewletan dikin, yek ji paytextên başûrê Afrîkayê, Cape Town mînak nîşan da û wiha got: “Li vir hilberîn bi giştî sekiniye. Ax ji aliyê dewletên mêtînger ve tê kontrolkirin. Yê me jî hîna şansê me heye. Hîna tovên me yên ku em xilas bikin hene.” BI DÎMEN
*Îdianameya der barê 9 siyasetmedarên girtî ku di nav de hevseroka TUYA-DER’ê Aynur Bagiş û endama Meclîsa Jinan a DBP’ê Miyeser Çelîk jî heye, 6 meh şûnde hat amadekirin. Di îdianameyê de guhdarkirina muzîka kurdî, melhefên kesk, sor, zer sûc hatin hesibandin û runiştina siyasetmedarên girtî di 26’ê cotmehê de hat dîtin.
*Pale Huner bi atolyeya wênekêşiyê bi şagirtên xwe re dest bi gera xwezayî dikin. Mamosteyê wêne û Rêvebira Pale Hûnerê Neşe Toprak got ku ji bo şagirt pratîkê bikin wê biçin Şikeftên Hîlar û Çayonuyê. BI DÎMEN








