Rûha Hisên Konferansa Kevana Zêrîn nirxand

  • 16:48 22 Cotmeh 2017
  • Rojane
QAMIŞLO -  Piştî bi dawîkirina konferansa yekemîn a çanda jinên Kevana Zêrîn a Bakûrê Sûriyeyê, ku di bin silogana  'Em ê bi rihê çanda resen pergala Îmraliyê hiweşînin û bi rêber Apo re azad bijîn' pêk hat, endama Komîteya Kevana Zêrîn Rûha Hisên nirxandinên  girîng li ser konferansê kir.
 
Rûhayê di destpêka axaftina xwe de konferansa yekemîn a jinên Kevana Zêrîn li Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û şervanên ku di çeperan de şer dikin û berxwedanvanên zindanan pîroz kir û wiha got: "Me ev konferans di demeke dîrokî de li dar xist.Ev konferans xwedî rolek û mîsyoneke pir mezin e. Em weke  jinên hunermend pêdiviyê ji aştî, aramî û pêşketinên girîng dibînin. Li ser vê esasê me xwet ku em rêya pêşketinê li hemû jinan vekin. Berpirsiyariyên me gelek in loma gerek em pir bixebitin. Cihê ku DAIŞ'ê lê komkujî û niheqî pêk dianî îro bûye qada azadî û aştiyê. Vê Konferansa ku me pêk anî,  çanda dayikên resen honand!
 
Em ê her dem li çand û  hunera xwe xwedî derkevin
 
Rûhayê  di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Di demek bi vî rengî de çanda ku bi destê dayikan hatibû honandin  bi rêya vê konferansê  me hemû anîn gel hevdu. Jinên herêma Efrînê, Firatê,Cizîrê, Tepqayê,Reqayê û hemû yên ku kombûn bi yek dengî dengê xwe kirin  û  li bersiva pirsa em çawa hewl bidin û bijîn geriyan. Bi taybetî di qada xebatên çand û hunerê de lêgerîna bersiva pirsên 'em xebatê xwe bi çi rengî bidin meşandin' çêbû. Li ser vê esasê em ê her dem li çand û hunera xwe xwedî derkevin."
 
Gerek em çanda dayikên xwe ji bîr nekin
 
Rûhayê di dawiya axaftina xwe de bangewazî li  hemû jinên hundermend  kir û wiha got:"Banga min a ji hemû jinan ev e ku tucarî çanda dayikên xwe ji bîr nekin. Çimkî çanda ku hebûna me li ser linga dihêle çanda dayikên me yên resen e. Bi destê dayikên me ev jiyan hatiye afirandin. Bi pêşengtî û resentiya jinê ev şoreşa pêk hat. Loma ez dibêjim çanda dayikan çanda herî xwerû û rasteqîn e."