Di çalakiya şermezarkirina tecrîtê de gelek kes hatin binçavkirin
- 16:25 22 Cotmeh 2017
- Rojane
STENBOL -Platforma Rêxistinên Demokratîk a Stenbolê, bi armanca balê bikişînin ser tenduristî û rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Qada Khalkedon a Qadikoyê xwest daxuyaniyê bide. Polîsan mudaxaleyî çalakiyê kir û gelek kes binçav kirin.
Platforma Rêxistinên Demokratîk a Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser tenduristî û rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Qada Khalkedon a Qadikoyê xwest ku daxuyaniyekê bide. Piştî ku li qadê ji bo daxuyaniya bê dayîn girse kom bû, polîsan êrîşî girseyê kir û destûr nedan ku daxuyanî bê dayîn û Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demir jî di navde gelek kes hatin binçavkirin. Alozî û rageşî didome.








