Pervin Buldan: Daxuyanî ne têrker in
- 16:10 22 Cotmeh 2017
- Rojane
ŞIRNEX - Seroka TBMM'ê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan di kongreya partiya xwe ya Şirnexê de bal kişand ser rewşa Ocalan û wiha got: "Daxuyaniya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hat dayîn ji bo me ne têrker e. Daxwaza me ku an parêzer, an kesên ji Heyeta Îmraliyê û an jî kesek ji malata birez Abdullah Ocalan biçin Îmraliyê ye."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê 2'yemîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Kongreya li avahiya bajêr pêk hat, Serokwekîla TBMM'ê ya HDP'ê Pervîn Buldan, parlamentera Şirnexê Aycan Îrmez, Endama PM'ê Nuran Îmîr û gelek kes beşdar bûn. Piştî Nuran Îmîr wekî dîwana kongreyê hat hilbijartin, li ser navê dîwanê axivî û aşkera kir ku gelê Şirnexê di vê pêvajoya zehmet de xwedî li têkoşîna xwe derketiye. Îmîr da zanîn ku pêvajoya heyî gelekî zehmet derbas bûye, gelê kurd ji çar aliyan ve rastî êrîşan tê. Di kongreyê de nameyên ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterên Şirnexê Ferhat Encu yên girtî û Faysal Sariyildiz hatin xwendin.
'Me li dijî tundiyê xwe birêxistin kir'
Piştî xwendina peyaman parlamentera Şirenxê Aycan Îrmez axivî. Aycan diyar kir ku li dijî tundî û zextên dewletê HDP'ê li Şirnexê xwe rêxistineke bi hêz pêk aniye û wiha got: " Şirnex, Cizîr û Sîlopî li dijî hemû zordestiyê li partiya xwwe xwedî derket û hedepe rêxistina xwe bihêztir kir." Aycan bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û d "Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Abdullah Ocalan ji bo gelên li Tirkiyeyê gelekî girîng e."
'Daxuyanî ne têrker in'
Seroka TBMM'ê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan jî di axaftina xwe de bal kişand ser agahiyên demên dawîn ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin û wiha got: "Tiştên li ser medyaya civakî der barê Ocalan de tên gotin ne tiştên ji rêzê ne. Herî dawî di 5'ê Nîsana 2015'an de li ser navê heyetê me hevdîtin pêk anî. Herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de birayê wî Mehmet Ocalan hevdîtin pêk anî. Daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ji bo me ne têrker e, divê bi lez hevdîtina bi Ocalan re pêk bê. An malbat an jî parêzer divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Me bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin pêk anî û rewş vegot. Em li benda bersiva wan in. Birêz Abdullah Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye û 3 salan muzakereyên aştiyê meşand. Di wê pêvajoyê de li welat aramî hebû. Lê AKP'ê piştî pêvajo xira kir, li dijî nirx û vîna gel êrîş hat pêkanîn."
Piştî axaftinan bi yek dengî rêveberiya nû hat hilbijartin.








