Rojnamevanên jin: "Dewleta Tirk dê nikarîbe dengê jinan qut bike"
- 16:01 22 Cotmeh 2017
- Rojane
QAMIŞLO/ KOBANÊ - Rojnamevanên jin li Rojava êrîşên li ser Çapemeniya Azad û Rojnamevanên jin nirxandin û gotin:" Dewleta Tirk a desthilatdar a ku her dem komkujiyan pêk tîne ji rol û hêza jinê ditirse. Loma êrîşî çapemeniya azad dikin."
Rojnamevanên jin ên Rojava nêrînên xwe yên derbarê êrîşên li dijî rojnamegerên jin tên kirin anîn ziman. Êrîşên li dijî çapemeniya azad û bi taybet jî li dijî jinan li Tirkiyeyê bi dawî nabe. Li Tirkiyeyê di her du salên dawî de gelek televîzyon, ajans, radiyo, rojname hatin girtin û bi dehan rojnamevan avêtin girtîgehan, herî dawî jî nûçegîhanên Ajansa JIN NEWS Sîbel Yukler, Duygu Erol û Hebibe Eren girtibûn bin çavan. Nûçegîhana Ajansa Hawarê(ANHA) Şînda Ekrem, Endama Televizyona Ronahî Tv. Hebûn Omer û nûçegîhana Ajansa Jin Newsê Dilocan Bozî nêrînên xwe yên derbarê êrîşên li ser nûçegîhanên Jin Newsê wiha anîn ziman.
Nûçegîhanî mafekî rewa ye
Nûçegîhana Ajansa Hawarê (ANHA)ê Şînda Ekrem diyar kir ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê her dem mafê çapemeniyê binpê dike û komkujiyan pêk tîne. Mala gel xera dike û dişewitîne, mîna Nisêbîn, Şirnex, Wan, Sûr… Ji bo rastiya şerên van bajaran dernekeve holê, her dem wan zext li çapemeniya azad dixistin. Ji ber ku çapemeniya azad xwedî roleke girîng e loma a niha jî ev zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin û wiha dewam kir."Dewleta Tirk çi bike bila bike lê ew ê nikaribe îradeya Jina Kurd bişikîne. Jin dê her dem di qadan de cihê xwe bigirin û têkoşîna xwe berdewam bikin."
Nêrîna jinên rojnameger nêrînek azad e
Endama Televiziyona Ronahî Tv Hebûn Omer diyar kir ku li Tirkiyeyê her rojnamegerên ku armanca wan derxistina rastiyê be, ew hedef tê girtin û wiha dewam kir:" Gelek ajans û saziyên jinan hatin girtin. Ji ber ku nêrîna jinên rojnameger nêrînek azad e loma ji îradeya jinê ditirsin."
Ev hedefgirtina îradeya hemû civakê ye
Nuçegîhana ajansa Jin News a kantona Kobanê Berçem Cûdî kiryarên dewleta Tirk li dijî Rojnamevanan şermezar kir û wiha got" Êrîşên li dijî rojnamegerên jin di esasa xwe de hedefgirtina îradeya hemû civakê ye. Lê ya girîng ev e ku jin tucarî serê xwe li hemberî zilma desthilatdaran netewînin."
Hêviya jinên rojnameger hêviya civakê ye
Her wiha nuçegîhana ajansa Jin News a Kobanê Dilocan Bozî jî li hember van girtinan nerazîbûna xwe wiha nîşan da:"Em êrîşên ku li dijî rojnamegerên jin pêk tên bi zimanekî tund şermezar dikin. Jinên Rojnameger hêviya jiyanê ne loma desthilatdar ew ê nikaribin dengê wan qut bike."








