Konferansa Kevana Zêrîn bi dawî bû!
- 14:36 22 Cotmeh 2017
- Rojane
QAMIŞLO - Konferansa yekemîn a Çandê ya jinên ‘Kevana Zêrîn’ ku du Rojan dewam kir bi daxuyaniyeke nivîskî bi dawî bû.
Konferansa yekemîn a Çandê ya jinên Kevana Zêrîn bi daxuyaniyeke nivîskî bi coş û heyecaneke mezin bi dawî bû. Daxuyanî ji aliyê Endama mûzîkê ya Kevana Zêrîn ya bajarê Qamişloyê Stêrvan bozan ve hat xwendin.
Di daxuyaniya Kevana Zêrîn de hat ragihandin ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de tecrîd û pergala îşkencê ya Îmraliyê em şermezar dikin.
Daxuyanî wiha domiya: “Ev 19 sal in ku Rêberê me li Girava Îmraliyê di nav şert û mercên gelek giran de di asta rehînetiyê de tê girtin. Abdullah Ocalan ji hemû pêdiviyên jiyanî û xwezayî hatiye qutkirin. Tevlî vê yeke jî rêbertiya me ji bo jiyaneke wekhev û aştiyeke bi rûmet her tim di warê aştiyê de israra xwe berdewam kiriye. Sekna Rêberê me ya bi rûmet, ji bo me buye çavkaniya jiyanê.”
Rewşa Kerkukê perçeyek ji qomployê ye
Bi bêrîkirineke mezin û bi rêzdarî em Rêberê xwe silav dikin. Ev komploya ku li ser Rêber Apo tê meşandin, xeteriya li ser hemû Rojhilata Navîn e. Her wiha rewşa Başûr û Kerkûkê jî perçeyeke ji vê qomployê ye. Lê bi projeya Neteweya Demokratîk ve û Rizgarkirina Bajarê Reqayê xeteriyên li ser gelan, vala derdixw û deriyeke nuh li pêşiya gelan vedibe. Ev jî dibe bingeha avakirina sîstema konfedralîzma demokratîk.”
Îdeolojiya Rêber Apo xwe dispêre cewherê jinê
Em weke Tevgera Çand û hunera Jinên Kevana Zêrîn di serî de ji bo şert û mercên azadî, tendurûstî û ewlekariya Rêber Apo pêş bikeve û pergala îmraliyê bê rûxandin em ê heta dawiya jiyana xwe têbikoşin. Di xebata çand û hunerê de sedema bingehîn a tekoşîna me ye. Ji ber ku felsefe û îdeolojiya Rêber Apo xwe dispêre cewherê jinê. Her wiha jin jî ji bo ku têkoşîna xwe ji bo civakeke exlaqî û polîtîk û çanda resen ji nûh ve ava bike dide.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd namirin û bijî serok Apo” bi dawî bû.








