Endamên Konferansa Kooperatîfan derbarê tecrîdê de daxwiyanî dan

  • 13:45 22 Cotmeh 2017
  • Rojane
DÊRIK -  Endamên Konferansa Kooperatîfan  derbarê Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyaniyek ji raya giştî re dan.
 
Li bajarê Dêrikê ya girêdayî Qantona Qamişloyê endamên konferansa Kooperatîfa Rojava û Bakurê Sûriyeyê piştî bi dawî kirina konfransê, derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  û tecrîda li ser tê meşandin daxuyaniyek ji raya giştî re dan, daxuyanî ji aliyê Cewher Ibrahîm ve hat xwendin. Bi tevlîbûna tevahî delegeyên konferansê daxwiyanî hat dayin.
 
Di daxuyaniya endamên Kooperatîfan de wiha hat gotin:
 
Ji bo raya giştî: 
 
Em di rojhilata navîn de di rewşeke dîrokî de derbas dibin, di vê rewşê de  ji bo hemû gelan bi taybet ji bo gelên bindest  xeteriyek mezin heye. Di vê rewşê de xelasbûyîn, azadbûyîn û ji xeteriyê xelasbûyîn, tenê bi rêya demokratîkbûyinê û aştiyê dê pêk were.Rêya demokratîk û aştiyane, ji aliyê Rêber Apo ve hatiyê pêş xistin. Rêber Apo lîstik û îxaneta li hember gelan tê meşandin bi pirojeya xwe ya modernîteya demokratîk vala derxist û alternatîfek nû afirand.Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser aştî û biratiya gelan e. Em weke endamên konferansa kooperatîfan Rojava û Bakurê Sûriyeyê vê rewşê şermezar dikin.  Em dizanin ku rêber Apo tenê wek kesayetekî nîne. Bi dîlgirtina wî felsefe û jiyan jî dîl tê girtin. Tecrît û îzolasyon bi vî esasî pêş dikeve. Em bangewaziyê li hemû gelan dikin ku" Ji bo li jiyan, felsefe û pirojeya Rêber Apo xwedî derkevin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê serok Jiyan nabe" bi dawî bû.