TJK -E'yê ji bo tevlibûna çalakiyan bang kir

  • 13:09 22 Cotmeh 2017
  • Rojane
TJK-E'yê ji bo çalakiyên li dijî Tecrîta li ser  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tên lidarxisitn bi daxuyaniyeke ku da banga tevlibûnê kir.  
 
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), ji bo çalakiya rûniştinê ya bê dem a 23'ê Cotmehê ya li ber avahiyên CPT û Konseya Ewropayê yên li Strasboûrgê, banga tevlîbûnê kir.
 
Di daxuyaniya TJK-E de hat destnîşankirin ku bi serketina Reqayê re asta ku jin gihaştiye careke din hatiye nîşandan û diyar kir ku ew deyndarê Ocalan in.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Çawa ku em berê bûn xelekek ji agir li dora Rêberê xwe, helwesta me ya li hemberî vê êrîşa li dijî mafê me yê jiyanê jî wê neguhere. Heta ku em agahiyekê ji Rêberê xwe bigirin, em ê çalakiyên xwe roj bi roj zêde bikin.
 
Cihê me yê berxwedanê, wê ji 23'ê Cotmehê û pê ve pêşiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê be. Stasboûrg wê ji 23'ê Cotmehê û pê ve bi tilîlî, dirûşm û rengê jinên Kurd bixemile. Yên ku fam nakin, naxwazin fam bikin ku vîna Gelê Kurd û Rêber Apo yek e, wê careke din bibînin ku xwe dixapînin.
 
Dem hatiye ku em bersiva keda ku Rêberê me daye me, bidin. Em zanin ku berî her kesî wê jin xwedî li Rêber Apo derkevin jinên kurd ên li Ewropayê dijîn wê pêşengiyê ji çalakiya li Strasboûrgê re bikin.
 
Em ê tevli çalakiya 23'ê Cotmehê ya li Strasboûrgê bibin. Em ê bi îradeya jinê, tecrîda ku gefê li Rêberê me dixwe, bişikînin. Em ê biryardariya berxwedan û têkoşînê ya jinên kurd nîşanî cîhanê bidin."