Karkerê madenê Ugur Kabak jiyana xwe ji dest da

  • 13:02 22 Cotmeh 2017
  • Rojane
ŞIRNEX-Ciwanê bi navê Ugur Kabak ê ku di hezaza li kana madenê de bi giranî birîndar bû û li Nezweşxaneya Sevgî ya li Dîlokê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
 
Li Kana Madenê ya Hejmar 1 ku 5 kîlometreyan ji Şirnexê dur e di rojên borî de hezaz pêk hatibû. Di encama hezaza ku pêk hat de 7 kedkarên madenê jiyana xwe ji dest dabû, kedkarek jî bi giranî birîndar bibû. Kedkarê bi navê Ugur Kabak (17) ku ji serê xwe bi giranî birîndar bû rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û dihat dermankirin. Ugur ê ku  berî bi du rojan sewkî nexweşxaneya li Dîlokê a Sewgî hatibû kirin li heman nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.