Li 6 gundên Şemzînanê qedexeya derketina kolanan
- 12:28 22 Cotmeh 2017
- Rojane
COLEMÊRG – Walîtiya Colemêrgê li 6 gundên Şemzînanê derketina derve li welatiyan qedexe kir
Waliya Colemêrgê, li 6 gundên girêdayî Navçeya Şemzînanê qedexeya derketina derve îlan kir. Walîtiya Colemêrgê di malpera xwe ya fermî de diyar kir ku bi sedema li herêmê operasyon hene û ewlehiya gera welatiyan tune qedexe îlan kiriye. Walîtiye diyar kir ku li gundên Çatalca, Guvenli, Soguksu, Durak, Akbal û Erdemli saet ji 05.00'ê 22'ê Cotmehê heta fermana duyemîn qedexe hatiye îlankirin û da zanîn ku ketin û derketina gundan hatiye qedexekirin.








