Ciwanên Şoreşger ji bo Abdullah Ocalan çalakî li dar xisitin
- 11:18 22 Cotmeh 2017
- Rojane
TIL TEMIR –Yekîtiya Ciwanên Rojava ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan şermezar bikin çalakiyeke li dar xistin.
Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ya Bajarê Tiltemirê yê Herêma Cizîrê li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr kombûn û çalakiyek li dar xistin. Ciwanan berê xwe dan gundê Eyîn Ebid, li ser gir kom bûn û bi geşkirina agir doza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.
Endama Ciwanên Şoreşger Xelat Fêsel axivî û wiha got: "Em îro tevî vê çalakiyê bûne ji bo azadiya rêber apo. Em bi xwe weke jinên ciwan çi ji me were xwestin ji bo azadiya serokê me em ê bikin. Ji ber ku serokatî ewqase sal ji bo azadiya me di zindanê de ye."
Xelat di dawiya axftina xwe de bang li qada navneteweyî jî kir û wiha got: "Em bang li qada navneteweyî dikin ku piştgiriyê bidin parêzerên Rêber Apo heta ku di derbarê rewşa wî de agahiyekê bigirin. Ji bo rêberê xwe em ê bê navber di çalaikyan de bin."
Di dawiya çalakiyê de li ber stranên şoreşgerî govend hat gerandin.








