Fîlîz Kerestecîoglu: ‘Navbeynkarî’ pêkanînek xetere
- 09:14 22 Cotmeh 2017
- Rojane
Zulal Koçer
STENBOL-Piştî pêşnûmeya ku rayeya birîna mehrê dida meleyan bû qanûn şûnde Wezîrê Dadê Abdullhamît Gul diyar kir ku kesên dixwazin hevjîn berdin, beriya biçin dadgehê ji bo biçin navbeynkar xebatekê dimeşînin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu bertek nîşanî vê daxuyaniya wezîr da û ev tişt got: “Tevî biryara tedbîrê jin tên qetilkirin. Ev wê bibe sedema şîdeta li ser jinê. Ev pêkanînek bi xetere.
Piştî pêşnûmeya ku rayeya birîna mehrê dida meleyan ji meclîsê derbas bû şûnde, niha jî plan dike ku kesên dest ji hevjîn berdidin ewil biçin cem ‘navbeynkar’. Wezîrê Dadê Abdullhamît Gul diyar kir ku kesên dixwazin hevjîn berdin, beriya biçin dadgehê ji bo biçin navbeynkar xebatekê dimeşînin. Bi vî awayî kesên dixwazin dest ji hev berdin wê beriya biçin dadgehê biçin cem ‘şêwirmendê pispor’.
Pêşniyara Komîsyona Destberdanê ya Navnbeykariyê bû
Pergala ‘navbeynkariyê’ pêşniyara Komîsyona Pêşgirtina Destberdanan bû. Di gulana 2016’an de hatibû aşkerakirin û rastî bertekan hatibû. Tevî vê çawa meclîs vebû dîsa hat rojevê.
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu bertek nîşanê daxuyaniyê da û Peymana Stenbolê ya Tirkiyeyê Îmze kiriye û AKP bi vê pesnê xwe dide bibîr xist. Fîlîzê wiha berdewam kir: “Peymana Stenbolê di rewşa her cureyê şîdeta li ser jinê, navbeynkariyê qedexe dike. Li şûna tê payîn ku pêşî li şîdetê bê girtin, hewl didin îkqa bikin ku dest ji hev bernedin, hewl didin wan li hev bînin. Ji xwe jin herî zêde ji ber vê şîdetê dibînin.”
‘Tê wateya ku şûnde vedigerin mala şîdet lê heye’
Fîlîzê diyar kir ku jin tevî biryara tedbîrê tên qetilkirin û ev tişt daxuyand: “Niha jî bi hevkariya navbeynkaran dixwazin jinan îqna bikin ku dest ji hevjîn bernedi. Ev jî dibe sedema berdewamkirina şîdetê. Ev pêkanînen bi xetere. Ev jî tê wateya ku şûnde vedigerin mala ku şîdetê lê dibînin.”
‘Divê baş bifikirin’
Fîlîzê der barê encamên ku di rewşa pêkanîn bikeve jiyanê de wiha got: “Jin wê zêdetir di bin zextê de bimînin. Wê qezencên jinan yên hatine qezenckirin tine bike. Divê ev baş bê fikirîn û pêngav bê avêtin.”








