Konferansa Kevana Zêrîn bi nîqaşên girîng dewam dike
- 16:38 21 Cotmeh 2017
- Rojane
QAMIŞLO - Konferansa jinên Kevana Zêrîn di roja xwe ya duyemîn de bi nîqaşên girîng dewam dike.
Konferansa jinên Kevana Zêrîn ku li navenda Çand û Hûner a Mihemed Şêxo 20'ê mehê li bajarê Qamişlo herêma Cizîrê bi silogana "Em ê bi rihê çanda resen li Îmraliyê şîn bibin û bi rêber Apo re azad bijîn." Dest pê kir, îro di roja xwe ya duyemîn de bi tevlîbûna 210 delegeyan bi nîqaşên girîng dewam dike.
Di berdewamiya konferansê de nîqaşên girîng ji aliyê endamên Kevana Zêrîn a Cizîrê, Kobanê, Efrînê li ser pêşketinên jinan ên di Rojhilata Navîn de û rola Kevana Zêrîn, her wiha çareserî ji bo pirsgirêkên di dema borî de hat nîqaşkirin. Piştî nîqaşan pergala hûndirîn a Kevana Zêrîn ji aliyê rêveberiya Kevana Zêrîn Rûha Hisên hat xwendin .








