Jin ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya li dar dixin
- 16:32 21 Cotmeh 2017
- Rojane
EFRÎN - Bi hezaran jin û welatî li herêma Efrînê derketin qadan û azadiya Abdullah Ocalan xwestin .
Li navçeya Cindirêsê ya Herêma Efrînê ji bo êşkerekirina rewşa tendrustiyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meş hat li darxistin. Meş Bi tevlîbûna Kongra Star,YPJ/YPG'ê, hêzên Asayîşê,TEV-DEM, PYD’ê,Yekîtiya ciwanan û tevahî sazî û dezgehên rêveberiya xweser pêk hat. Girseya gel wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan , alên PYD'ê,Kongira Star,Hevbendiya Sûriyeya Demokratîk û panqartên “Ji bêdengiya saziyên mafê mirovan re, na”, “Çi dibe bila bibe gerek Rêber Apo azad bibe" hilgirtibûn.
Meş ji pêşiya navenda TEV-DEMê ya navçeya Cindirêsê dest pê kir û bê navber bi dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe” , “Bijî berxwedana Îmraliyê , “Bimire îxanet” heta navenda Yekîtiya Demokeratîk dewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin dest pê kir.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Esye Ebdo û Endama Kongra Star Hesna Hesen axivîn. Di axaftinan de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocelan hat şermezar kirin û axaftvanan diyar kirin ku gelê kurd wê bê deng nemîne û her wê di nav çalakiya de be, heta Rêber Apo rizgar bibe.
Meş bi dirûşmeyên”Bijî berxwedana îmraliyê” bi dawî bû.
Her wiha li Navçeya Şiyê jî gel berteka xwe li beramberî tecrîdê nîşan dan.
Meşa ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan li Navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê jî bi beşdarbûna Kongira Star, hêzên parastina jin HPJ’ê,TEV-DEM’ê, PYD’ê û tevahî sazî û dezgehên rêveberiya xweser hat lidarxistin. Çalakvanan wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û panqartên "Azadiya Rêber Apo azadiyê mirovatiyê ye“ , ”Di Rojhilata Navîn de Azadiya Rêber Apo misogeriya aştiyê ye”, “Jin ji bo azadiya rêberê xwe di çalakiyan de ne” hatin hilgirtin. Meş ji qeda 19’ê tîrmehê dest pê kir û bê navber bi dirûşmeyên ”Bê serok jiyan nabe" heta navenda PYD'ê dewam kir.
Piştî deqeyek rêzgirtin, kordinasiyona Kongira Star Hêvîn Bekri axivî, Hêvîn diyar kir ku dijmin dixwest bi tecrîdê Rêber Apo û fikrê wî ji gel qut bike lê ev yek nebû.
Meş bi dirûşmên " Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.








