Dayikên Şemiyê: Em natirsin, pirsa me ya aqûbetên windayan ew ê bidome

  • 16:02 21 Cotmeh 2017
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta kesên di 27'ê Cotmeha 1995'an de li navçeya Geverê di serdegirtina gundê Agaçliyê de hatin binçavkirin pirsî. Hat gotin ku di serdegirtinê de kalemêrê 73 salî Abdulkerîm (Şemsettîn) Yurtseven, Mîkdat Ozeken ê 18 salî û Munur Saritaş ê 13 salî hatine binçavkirin û xwestin goreke wan a bê ziyaretkirin jî hebe.
 
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta kesên windayî bipirsin û kujer bên darizandin di çalakiya 656'an de li Qada Galatasarayê li hev civiyan. Di çalakiyê de panqarta "Faîl diyar in winda li ku ne" hat vekirin, qurnefîl û laçikên ku aştiyê temsîl dikin avêtin ser wêneyên kesên winda. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Abdulkerîm (Şemsettîn) Yurtseven, Munur Saritaş û Mîkdat Ozeken pirsî û xwestin kujer bên darizandin û winda bên dîtin. 
 
'Li Tirkiyeyê ji bo me hiqûq tuneye’
 
Di çalakiyê de destpêkê qeyda deng a ku dayika Munur Saritaş Mahbut Saritaş şandibû hat xwendin. Dayikê aşkera kir ku 22 sal in agahî ji kurê xwe negirtiye û wiha got: "Ez dixwazim hestiyên xwe bişom û di gorekê de defin bikim. Li ser kêla gora wî dixwazim dua bikim. Kurê min hêj 13 salî bû. Ez cenazeyê kurê xwe dixwazim."
 
Piştre neviya Abdulkerîm Yurtsever Bêrîvan Yurtseven axivî û bal kişand ser bêhiqûqiya di dosyaya kalê wê de hatiye kirin û wiha pê de çû: "Bi hinceta OHAL'ê xizmên me li nava kuçeyê tên qetilkirin. Wekî salên 90'î li ser dozên me tên girtin. Em dixwazin bila goreke kalê me hebe."
 
Yek jî Mirova Şemiyê Gonul Sonbahar jî got ku "Li Tirkiyeyê ji bo me hiqûq tuneye!" û bang li Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul kir û ev tişt got: "Hûn dibêjin 'Tirkiye welatê edaletê ye.' Heke Tirkiye welatê edaletê be, wê demê ev 656 roj e em li Qada Galatasarayê çi dikin?."
 
‘Doz di sala 2003’yan de bi encam bû’
 
Gonul, bal kişand ser bêhiqûqiya doza Şemsettîn Yurtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş ên berî 22 salan di bin çavan de hatin winda kirin û wiha got: “Malbat dibêjin ‘22 sal in em serî li qanûnan didin, lê her tim mîna ku daxwaznameyên me bavêjin zibalê, em fam dikin û tu encamê bi dest naxin.’ Ji bo van windayan em cardin dengê xwe bilin bikin, em îro hatin gel hev. Leşkerên girêdayî Tabura Fermandariya Geverê ya dibin fermana, Fermandar Mehmet Emîn Yurdakul di 27’ê Cotmeha 1995’an de, bi ser gundê Agaçli yê Geverê de girtin û îşkence li gundiyan kirin.”   
 
Gonul, da zanîn ku piştî leşker ji gund derdikevin Abdulkerîm (Şemsettîn) Yurtseven ê 73 salî ku ji ber îşkenceyê li ser piyan nikaribû raweste, Miktad Ozeken ê 18 salî û Munur Saritaş ê 13 salî kirin binçavan û birin Tabura Cendirmeyan a Geverê. Gonul, anî ziman ku malbatan serî li Tabura Fermandariya Geverê dan, lê leşkaran binçavkirina wan înkar kir û gef li malbatan xwarin. 
 
Gonul, destnîşan kir ku îtîrafkar Kahraman Bîlgîç, di pirtûka xwe ya bîranînê de û îfadeyên xwe yên dayîn dozger de got ku bûyer îtîraf kiriye û wiha got: “Bûyer yek bi yek tê zanîn. Doza ji AHÎM’ê re hat şandin di sala 2003’yan de bi encam bû. Hikûmeta AKP’ê di parastina xwe ya ji AÎHM’ê re kir de sûcê xwe qebûl kir û rêya tazmînatê vebû.” 
 
‘Emk dev ji daxwaza edalet û hiqûqê bernadin'
 
Gonul, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Heya ku kujerên Yurtseven, Ozeken û Saritaş neyên aşkere kirin û darizandin, em ê dozê negirin. Ne di gotin de, êdî em dixwazin bêjin li Tirkiyeyê edalet heye. Êdî bila edalet li vî welatî pêk bê.”