Platforma Rêxistinên Demokratîk a Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan bang kir
- 15:59 21 Cotmeh 2017
- Rojane
STENBOL - Platforma Rêxistinên Demokratîk a Stenbolê, bi armanca balê bikişînin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dê sibê saet di 15.00’an de li Qada Khalkedonê ya Bakirkoyê bi girseyî çalakî pêk bînin.
Platforma Rêxistinên Demokratîk a Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî. Platformê bi silogana "Ji bo tenduristî, jiyan û azadiya Brêz Ocalan em ranawestin" daxuyanî dan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.
'Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye'
Piştre li ser navê Platformê Berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Stenbolê Rojda Yildiz, tecrîd şermezar kir û wiha got: "Yekemîn armanca komployê tasfiyekirina fîzîkî bû. Lê piştî gelê Kurdistanê li dora Birêz Ocalan xeleka jiyanê ava kir, ev komplo şikandin. Li ser vê yekê Polîtîkayên Neteweyî her dem li Îmraliyê ewlehiya Birêz Ocalan dixin bin talûkeyê. Pêkanînên li Îmraliyê bi fikra tolhildanê hatiye sererastkirin. Di 15 salên dawî de îktîdara AKP'ê li ser kar e. Nêzîkatiya li dijî mafê azadiya gelê kurd li dijî azadiya Birêz Ocalan tê guhertin. Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Birêz Ocalan vîn û rêberê milyonan kurdan e. Ji ber vê yekê nêzîkatiya Birêz Ocalan nêzîkatiya gelê kurd e. Di demên dawî de rejîma Erdogan li dijî gelê kurd polîtîkaya îmhayê xistiye meryetê. Ev bi tecrida li Îmraliyê dest pê kir. Bi tecrîda mutlak a li Îmraliyê çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê tecrîd kir.
'Sedema tecrîdê polîtîkayên şer in'
Rojda, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê li ser Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin û wiha got: "Sedema bingehîn a tecrîda li ser Ocalan polîtîkayên AKP'ê yên şer in. AKP ji bo îktîdara xwe biparêze tecrîdê didomîne. Ev nêzîkatiya li dijî gelê kurd bi dijminanti pêş dikeve. Bi deh hezaran siyasetmedar hatin binçavkirin û hatin girtin. Tirkiye kirin girtîgeha vekirî."
'Daxuyaniya serdozger baweriyê nade me'
Rojda, bal kişand ser agahiyên di medya civakî de belav bûn û daxuyaniya Serdozgerê Komarê yê Bûrsayê jî û wiha berdewam kir: "Agahiyên der barê Birêz Ocalan de belav bûn di nava civakê de înfalê ava dike. Daxuyaniya serdozgerê Bûrsayê ya der barê Birêz Ocalan de baweriyê nade me. Ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha der barê Birêz Ocalan de tu agahî tune ye. Em tu agahiyan ji Ocalan nagirin. Ewlehî û tenduristiya Ocalan ewlehî û tenduristiya gelê kurd e. Ew baweriya biratî, aştî, azadî û ewlehiyê ye. Azadiya Birêz Ocalan di serî de azadiya Tirkiye û hemû Rojhilata Navîn e.
‘Ji bo bi dawîkirina tecrîdê em ê têbikoşîn’
Rojda, destnişan kir ku di demên dawî de der barê Birêz Abdullah Ocalan de nivîsên li diji fermiyetê yên di ser medyaya civaki de belav dibin wan dixin nava fikaran û wiha bi dawî kir: "Dixwazin bawerî û moralê gelê kurd bişkînin. Dixwazin bertekên gelê kurd bipivin. Em bang li hemû cemawerî û raya giştî ya cîhanê dikin ku li ser Birêz Ocalan lîstikan nekin û dawî li vê tecrîdê bînin. Em dubare dibêjin ku em li dijî tecrida Îmraliyê û rewşa Ocalan a tenduristiyê bêdeng namînin. Em wekî Saziyên Demokratîk ên Stenbolê sibê (22 Cotmeh Yekşem) saet di 15.00’an de li Qada Khalkedonê ya Kadikoyê kom dibin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tev li çalakiya me bibin."
Hevparên Platforma Rêxistinên Demokratîk a Stenbolê: wiha ne: HDK, DBP, TJA, ESP, SYKP, HDP, DAD, DİAYDER, Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan, Dayikên Aştiyê, Komeleya Lêkolîna Kurd, Komeleya Şopandina Koçberan, NÇM, Kedkarên Çapemeniya Azad û Înîsiyatifa Kesên Xizmên xwe windakirine.








